Bi destpêkirina çinînê re xebatên depokirina genim

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê û Yekitiya Cotkaran a Tebqa û Minbicê des bi çinîn û depokirina berheman kir, da ku mewsim bê astengî derbas bibe. Tê payîn ku miqdara berheman îsal li navendên Minbicê bigihêje 5 hezar ton.

Bi destpêkirina çinînê re xebatên depokirina genim
29 gulan, 2021   07:50
TEBQA

Îsal li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêm barîna baranê û qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bi giştî warê çandiniyê zirar dîtiye.

Ji bo ku hilberîna îsal bê astengî were çinîn, Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê bi koordîneya bi Yekitiya Cotkaran a Tebqayê re şert û mercên çinîn û teswîqkirina hilberînan amade kirin û tedbîrên pêwîst girtin.

Şîrketê pêdiviyên çinînê peyda kirin. Her wiha bi yekîneyên agirkujiyê re koordîne kir da ku rê li pêşiya şewitan bigirin, ji ber par zirarên mezin gihandin warê çandiniyê û hilberîna herêmî.

Hevserokê Yekitiya Cotkaran a Tebqayê Mihemed Ubêd El-Nehar ji ANHA`yê re têkildarî mijarê axivî û behsa tedbîran kir.

El-Nehar diyar kir ku Yekitiya Cotkaran bi Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê re koordîna kir ku hewl dide zeviyan ji nû ve bide bikaranîn, tov û semadê peyda bike, amûrên çandiniyê restore bikin. Her wiha karê cotkaran bi rêya peydakirina sotemeniya pêwîst ji patozan re bi nirxên guncaw hêsan kir. Xebatên şîrketê di vî warî de sînordar neman, lê belê xebatên teswîqkirina hilberînan di nava sûkan de organîze kir.

El-Nehar da xuyankirin ku ji ber şerên li herêmê rû dane, tenê depoyên El-Bû Asî heye ku hilberînê li wir depo dikin.

Li herêma Minbicê rûbera zeviyên ku bi genim lê hatiye çandin ên avî 2 hezar û 918 hektar û yên bejî 678 hektar e.

Li gorî serokê Navenda Kirîna Genim a Minbicê Ehid Berho tê payîn kuî sal di navbera 4 hezar heta 5 hezar ton genim ji cotkaran wergirin. Hêza depokirinê ya depoyên navenda kirîn derdora 9 hezar ton e.

Têkildarî mekanîzmaya wergirtinê, Berho diyar kir ku ew hilberînê ji cotkaran bi rêya wesîqeyên ku ji Komîteya Çandiniyê ya bajêr bi koordîneya komîteyên çandiniyên yên xetan û meclisan hatine derxistin, digirin.

Cotkaran biryar ku Rêveberiya Xweser der barê bilindkirina nirxa genim û ceh de bi erênî nirxandin bi taybet ku Saziya Çandiniyê hemû pêdiviyên pêwîst ji wan re pêşkêş dikin û sotemenî bi 75 lîreyên Sûriyê peyda dikin.

Cotkarê bi navê Naêf El-Hesen got: “Li gel bihabûna madeyên destpêkî nirxê ku hatiye diyarkirin baş e. Îsal ji ber kêmbarîna baranê mewsim zirar dît û hilberîn zaîf e. »

Rêveberiya Xweser çarşemê ragihandibû ku ew ê her kîloyeke genim bi hezar û 150 lîreyên Sûriyê û kîloya ceh bi 850 lîreyên Sûriyê ji cotkaran bikire. 

Li gorî daxuyaniya Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barudo piştî gelek nirxandin û lêkolînan ji aliyê rêveberiyên xwe û sivîl, komîteyên çandiniyê û aborî nirxa kirîna kîloya genim û ceh hatiye diyarkirin.

Her wiha Barudo gotibû ku hemû navend ji 20`ê Gulanê ve amade ne berhemên çandiniyê pêşwazî bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ih9Lojc8AK8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qk7Scy1ENIU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>