Rojnameyên erebî: Ewropayê serkeftina El-Esed di hilbijartinan de bi cezayan pêşwazî kir

Rojnameyên erebî yên îro behsa helwesta Ewropayê ya li dijî hilbijartinên Sûriyê, pêşbaziya Tirkiye – Yewnanistanê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Ewropayê serkeftina El-Esed di hilbijartinan de bi cezayan pêşwazî kir
29 gulan, 2021   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ŞAMÊ SERKEFTINA EL-ESED RAGIHAND, BRUKSELÊ CEZA DIRÊJ KIRIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Şamê ragihand ku Beşar El-Esed di hilbijartinan de cara 4`emîn bi ser ket. Lê muxalîf û rojavayî  dibêjin ku ew hilbijartin "ne paqij” bûn.

Hikumetê got hilbijartin diyar dike ku Sûriyê vegeriyaye jiyana xwe ya xwezayî tevî ku şer ji beriya çend salan de didome û di encama wê de bi sed hezaran kes hatine kuştin û bi milyonan jî (nîvê niştecihên Sûriyê) ji welatê xwe koçber bûne.

Tevî çareseriya siyasî bi serkêşiya NY`yê ku banga dengdayîna di bin çavdêriya navneteweyî de kir da ku rê lê pêşiya destûreke nû û lihevkirineke siyasî veke, hilbijartin hatin lidarxistin.

Yekitiya Ewropayê duh ragihand ku cezayên li ser 353 kesên girêdayî rejîmê dirêj kiriye.

Nûnerê YE`yê yê kar û barên derve, siyasî û ewlehiyê Josep Borrell got YE`yê itîrafê bi encamê hilbijartinên serokatiya Sûriyê nake.

Josep Borrell roja çarşemê diyar kir ku YE dibêje hilbijartinên serokatiya Sûriyê pîvanên dengdayîna demokratîk pêk nayne û got ev hilbijartin alîkariya bidawîkirina şer nake.”

‘DEWLETA TIRK LI ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ WINDA DIKE, YEWNANISTAN QEZENC DIKE’

Girêdayî pêşbaziya di navbera dewleta Tirk û Yewnanistanê de rojnameya El-Ereb ev tişt got: “Bi vegera wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias re ji erka aştiyê ya di navbera Îsraîl û Filistînê de û çûna serokwezîrê wê ber bi bakurê Afrîkayê ve ji Terablusê heta Qahîreyê, Yewnanistan têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên mezin li herêma rojhilatê Deryaya Spî, vedigerîne."

‘LI LÎBYAYÊ METIRSIYÊN HILWEŞANDINA XEBATA SIYASÎ HENE'

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Piştî binketina mezin a civîna ku rojên çarşem û pêncşema borî hate lidarxistin, şandeya navneteweyî ber bi Lîbyayê ve diçe da ku civîneke nû ji diyaloga siyasî re bi rêxistin bike û dîtina bingeheke destûrî ji hilbijartinên ku tê payîn di 24`ê Kanûnê de werin lidarxistin, bibîne. Nexşerêya navneteweyî li Lîbyayê ku dê lidarxistina hilbijartinan di 24`ê Kanûnê de bi dawî bibe, ber bi çarenûseke nediyar ve diçe.”

(bx)