Nexweşxaneya giştî ya Hecînê vedibe

Piştî bidawîkirina xebatên sererastkirina wê, di çend rojên bê de nexweşxaneya giştî ya Hecînê dê were vekirin.

Nexweşxaneya giştî ya Hecînê vedibe
29 gulan, 2021   00:39
DÊRAZOR

Di 12`ê Cotmeha 2020`an de Rêveberiya Xweser dest bi xebatên restorekirina nexweşxaneya giştî ya Hecînê kiribû. Niha ev xebat ber bi dawiyê ve diçin.

Li Dêrazorê ev proje ji girîngtirîn projeyên tenduristiyê ye. Ji ber ku projeyeke stratejîk e û barê aborî yê şêniyên herêmê sivik dike, ji ber bihabûna lêçûnên tenduristiyê.

Bi hîbeyeke hikumeta Japonyayê nexweşxaneya giştî ya Hecînê sala 2002`yan bi alavên teknîkî ên pêşketî hat amadekirin.

Li herêmê piştî nexweşxaneya giştî ya Firatê ya li bajarokê Ebû Hemam, nexweşxaneya giştî ya Hecînê di rêza duyemîn de ye û xizmeta 350 hezar şêniyan dike.

Têkildarî xebatên sererastkirinê endama rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê Meryem El-Ewad ji ANHA`yê re axivî. Meryem bi bîr xist ku ev xebat di 12`ê Cotmeha 2020`an dest pê kir. Meryem diyar kir ku di qonaxên yekemîn ên projeyê de nexweşxane ji bermahiyên şer hat paqijkirin. Ev xebat ji aliyê tîmeke pispor ve hat kirin. Beşên ku zirar dîtine jî hatin rakirin.

Li gorî Meryemê piştî bidawîkirina xebatên paqijkirina nexweşxaneyê ji bermahiyan, xebatên lêkirinê dest pê kirin. Piştre xebatên dirêjkirina torên kanalîzasyon û avê, torên kehrebeyê, tora agirvemirandinê, tora germkirin û sarkirina navendî, torên gaza tenduristî û beşa pêwendiyên elektronîk.

Meryem da xuyakirin ku ew rastî gelek astengiyan hatine, jê piraniya made dereng gihaştin ber destê wan û ji ber koronayê xebatên sererastkirina nexweşxaneyê dereng bi dawî bûn û di 10`ê Gulana 2021`an de xilas bûn.

Êdî nexweşxane hazir e lê li benda alavên tenduristiyê û kadroyan e da ku di çend rojên bê de were vekirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0Q8O_GiF9BI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>