Ji ber avêtina guleyan piştî hilbijartinan, li Dêrazorê zarokek birîndar bû

Li gundewarên Dêrazorê zarokeke 10 salî bi guleyan birîndar bû ku piştî serkeftina Beşar El-Esed di hilbijartinan de bê ser û ber hatin avêtin.

Ji ber avêtina guleyan piştî hilbijartinan, li Dêrazorê zarokek birîndar bû
28 gulan, 2021   10:18
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, li rojhilatê gundewarên Dêrazorê zaroka bi navê Delal Hemûd El-Xanim dema li ser banê mala xwe ya li bajarokê Bagozê razayî bû, piştî nîvê şevê bi guleyekê birîndar bûye.

Duh li herêmên li rojavayî Firatê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de piştî ragihandina serkeftina Beşar El-Esed di hilbijartinên serokatiyê de, bi awayekî bê ser û ber gule hatin avêtin.

Delal El-Xanim niha li nexweşxaneya El-Kêsom a li Hecînê tê dermankirin.

Dayika Delalê got rewşa keça wê ne baş e, ji ber ku gule di sîngê wê de maye.

(şx)

ANHA