​​​​​​​Sersaxiya malbata şehîd Agirî li Qamişloyê pêk hat

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şervanê YPG'ê Mahir Abdullah (Agirî Qamişlo) re xwest.

​​​​​​​Sersaxiya malbata şehîd Agirî li Qamişloyê pêk hat
28 gulan, 2021   10:05
QAMIŞLO

Pêkhateyên bajarê Qamişloyê ji malbata şervanê YPG'ê Mahir Abdullah (Agirî Qamişlo) re ku 24’ê Gulanê di encama qezayeke perwerdeyê de li bajarê Hesekê şehîd bûbû, sersaxî xwest.

Konê sersaxiyê li taxa Cûdî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatiye vedan û bi wêneyên şehîd Agirî Qamişlo, cangoriyên azadî û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatiye xemilandin.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê û hevalên şehîd tev li merasîma sersaxiyê bûn.

/kr/uploads/files/2021/05/28/100723_img_6024.webp

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ferhad Murad sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em Kurd, Ereb û Suryan di bin vî konî de kom bûne da ku sersaxiyê ji malbata şehîd Agirî re bixwazin. Agirî ji bo doza azadî, rûmet, hebûn û rizgarkirina welat canê xwe feda kir."

/kr/uploads/files/2021/05/28/100738_img_6055.webp

Endamê nivîsgeha PYD'ê ya taxa Cûdî, Sewriya Salih Osman jî îşeret bi berxwedana şervanan a ji bo azadî û ewlehiya herêmê kir û got divê pêkhateyên herêmê hevgirtî bin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cwKBRNl0hw0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>