Çalakiyên greva birçîbûnê bi biryardarî berdewam dikin

Çalakiyên greva birçîbûnê ên ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina binpêkirinên mafan li dijî girtiyan, li girtîgehan, Mexmûr û Yewnanistanê bi xurtî berdewam dikin.

Çalakiyên greva birçîbûnê bi biryardarî berdewam dikin
28 gulan, 2021   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 183’an de bi koma 37’emîn berdewam dike.

MEXMÛR

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 162’emîn de berdewam dike.

YEWNANISTAN

Welatiyên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û piştgirdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, 145 roj li pey xwe hiştin.