ꞌBi guhartina pileya germahiyê re divê welatî li paqijiya zarokên xwe baldar binꞌ

Doktoreke ku pispora nexweşiyên zarokan e bang li welatiyan kir ku li paqijiya zarokên xwe baldar bin, nexasim di demên guhartina pileyên germaniyê de, da ku wan ji nexweşiyên rûviyan biparêzin.

ꞌBi guhartina pileya germahiyê re divê welatî li paqijiya zarokên xwe baldar binꞌ
27 gulan, 2021   09:02
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Bi guhartina rewaşa hewayê re gelek nexweşiyên zarokan derketin holê, nexasim îltîhaba rûviyan ku bû sedem zarok bi jehrî, zikçûn û nexweşiyên din bikevin.

Bijîşk Bêrîvan Şemsê ya pispora nexweşiyên zarokan ji ajansa ANHA`yê re axivî û îşaret bi guhartina pileyên germahiyê kir û got ji ber wê gelek nexweşiyên îltîhaba rûviyan derketin ku di encamê de germahiya zarokan bilind dibe, bi jehrê û zikçûnê dikevin.

ꞌHIŞYARKIRINA WELATIYANꞌ

Bêrîvan Şemsê welatî hişyar kir ku divê di vê demê de li gel bilindbûna pileyên germahiyê re baldar bin û heke nîşaneyên navborî dîtin divê ji ziwabûnê biparêzin ji ber ku ziwabûna rûviyan li ser zarokan gelek xetere ye ji ber ku madeyên rohn ji laşê wan kêm dibin.

Bêrîvan her wiha da zanîn ku bi derketina nîşaneyan re û ger malbat baldar be, pêwîst nake ku serdana bijîşk bikin tenê madeyên rohn mîna avê zêde bidin zarokan, li ser xwarinê baldar bin û dohn kêm bikin. Lê heke nîşane pêşketin û zarok baş nebû, divê yekser serdana bijîşkê pirspor bikin da ku ziwabûn bi zarok re çênebe

ꞌVÎRÛSA ROTA SEDEMA SEREKE YA NEXWEŞIYÊN ZAROKAN Eꞌ

Bêrîvan diyar kir ku di demên guhartina pileya germahiyê de vîrusa Rota sedema sereke ya nexweşiyên zarokan e. Ev virus bi rêya xwarinê tê veguhastin. Dema xwarin ne paqij be bi taybet dema rewşa hewayê guhêrbar be, ev virus derdikeve.

Di dawiyê de Dr. Bêrîvan Şemsê ya pispora nexweşiyên zarokan bang li welatiyan kir ku di vê demê de li paqijiya zarokan hayedar bin, her wiha parastina paqijiya xwarina wan bikin da ku vîrusa Rota belav nebe. Sebzeyan baş bison nemaze sezbeyên bi pel ku sedema sereke ye jy virus bigihêje rûviyên zarokan.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HY_TNSjG_RI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>