Hêzên Ewlekariya Hundirîn moşekek ji bermahiyên DAIŞ'ê bêbandor kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Reqayê moşekeke çeteyên DAIŞ'ê bêbandor kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn moşekek ji bermahiyên DAIŞ'ê bêbandor kir
27 gulan, 2021   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku yekîneyên endazyariyê duh (çarşem) moşekeke kevn a çeteyên DAIŞ'ê li taxeke bajarê Reqayê dîtiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn got: "Agahî ji welatiyên li taxa Seyf el-Dewle ya li navenda bajêr hat ku tiştên gumanbar di hundirê avahiyeke li taxê de hene, piştre hêzên me yên yekîneyên endazyariyê berê xwe da avahiyê û derdor dorpêç kir."

Hêzên Ewlekariyê wiha lê zêde kir: "Yekîneyên endazyariyê dest bi venêrana cihê moşekê kir, piştre moşekeke kevn ku tê de madeyên teqîner ên ji madeya fosfor, dît. Moşek bi giraniya 10 kîlogram bû û di dawiyê de hate bêbandorkirin."

(dx)

ANHA