YPG nasnameyên 6 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG nasnameyên 6 şehîdên xwe eşkere kirin ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne.

YPG nasnameyên 6 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kirin
27 gulan, 2021   08:23
NAVENDA NUÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 6 şervanên wê di Berxwedana Serdemê de ya li dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Daxuyaniyî wiha ye :

Têkoşîna azadî û demokrasiyê ku bi salan e li Rojavayê Kurdistanê û bakure Suriyê tê meşandin ji bo hemû gelên cihanê bû hêviyeke mezin û di dîroka têkoşîna gelan de bû merhaleyeke girîng. Berxwedanên ku li hemberî paşverûtiya DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker hat meşandin, ruxmî berdelên mezin bi herfên zêrîn di dîrokê de cihê xwe girt. Yek ji wan berxwedanan jî, berxwedana ku li sala 2018`an, li Efrînê li hember îdagirkeriya Tirk hat meşandin, bû. Lehengên gelê me di 2018`an de, li hember her cure êrişên artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke bêhempa raber kir û destan nivîsand. Bi sedan rêhevalên me yên leheng di vê berxwedanî de ji bo parastina welatê xwe û gelê xwe, bi awayek fedayane şer kirin û tev li karwana şehîdan bûn.

Em nasnameyên 6 rêhevalên xwe yên ku di Berxwedana Serdemê de gihiştin şehadetê bi gelê xwe re parve dikin. Ji ber lêkolînê, parvekirina şehadeta wan heval dereng ma. Em ji bo vê derengmayinê bi taybetî ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe lêborînê dixwazin.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

/kr/uploads/files/2021/05/27/083106_sehd-dijwar-goy.webp

Nasnav: Dijwar Goyî

Nav û Paşnav: Dogan Urun

Navê Dayik: Kadriye

Navê Bav: Ekrem

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an

/kr/uploads/files/2021/05/27/083130_sehd-gel-lce.webp

Nasnav: Gelî Lîce

Nav û Paşnav: Weysî Narîn

Navê Dayik: Salîhe

Navê Bav: Abdullah

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an

/kr/uploads/files/2021/05/27/083205_sehd-serzan-botan.webp

Nasnav: Şerzan Botan

Nav û Paşnav: Mehmet Kazicıi

Navê Dayik: Kamîle

Navê Bav: Xelîl

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an

/kr/uploads/files/2021/05/27/083247_sehd-xebat-serdem.webp

Nasnav: Xebat Serdem

Nav û Paşnav: Ata Ûkmen

Navê Dayik: Mewlûde

Navê Bav: Selman

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn 2018`an

/kr/uploads/files/2021/05/27/083225_sehd-ruken-brivan.webp

Nasnav: Rûken Bêrîvan

Nav û Paşnav: Mizgîn Eliş

Navê Dayik: Hacer

Navê Bav: Necim

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an

/kr/uploads/files/2021/05/27/083309_imgpsh_fullsize_2anim.webp

Nasnav: Rêbaz Şêrewa

Nav û Paşnav: Basil Bodiq

Navê Dayik: Ezîme

Navê Bav: Dîbo

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn 01`ê Adara 2018`an

Em dî şexsê rêhevalên xwe yên şehîd de tevahî şehîdên şoreşa azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.