Dagirkeriya Tirk li Zaxo sivîl kirin armanc: 2 sivîl birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Derkarê yê girêdayî Zaxo 2 sivîlên ku biryanên hev in kirin armanc, her du jî birîndar bûn û rewşa yekî ji wan giran e.

Dagirkeriya Tirk li Zaxo sivîl kirin armanc: 2 sivîl birîndar bû.
26 gulan, 2021   06:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk a dagiker her carê sivîlan dike armanc û ji bo ku gundan vala bike, herêmê topbaran dike.

Hate ragihandin ku dagirkeriya Tirk îro jî sivîl kirin armanc û di encamê de 2 sivîlên ku birayên hev in û xelkê Şengalê ne, di dema ku li bajarokê Derkarê yê girêdayî Zaxo pezên xwe diçêrandin, birîndar bûn.

Li gorî agahiyan her du bira Hesen Muhsîn û Elî Muhsîn rakirine nexweşxaneya Dihokê û birîna yek ji wan girane.