‛Bi zexta Amerîkayê, Tirkiyê dest bi zêdekirina herikîna ava Firatê kir’

Serokê beşa avê ya kantona Hesekê got bi zexta Amerîkayê, dagirkeriya Tirk dest bi herikîna ava çemê Firatê ya ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve kir, lê bi rêjeyekî kêm.

‛Bi zexta Amerîkayê, Tirkiyê dest bi zêdekirina herikîna ava Firatê kir’
22 gulan, 2021   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê beşa avê ya Hesekê Aldar Xelef ji kanala Rojava re got piştî zexta Amerîkayê dewleta Tirk a dagirker dest bi herikîna ava Firatê kir, lê belê bi rêjeyekî kêm. Her wiha dê di çen rojên pêş de av wek berê bê herikandin û dê di mehekê de rêjeya ava Firatê wek berê be.

(fr)