Li Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla xwepêşandan

Şêniyên navçeya Qinayê ya Kobanê bi dirûşma “Na ji qirkirina giştî û komployên nû re" derketin xwepêşandanê da ku piştgiriya berxwedana gerîlayan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bikin.

Li Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla xwepêşandan
22 gulan, 2021   11:37
KOBANÊ

Meclisa navçeyê Qinayê xwepêşandanek orgenîze kir. Bi sedan şêniyên navçeyê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerên saziyên sivîl tev li xwepêşandanê bûn. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Beşdar ji pêşiya navenda meclisa Qinayê ber bi gundê Hemîdaş ve meşiyan û berxwedana gerîla û Îmraliyê silav kirin.

/ar/uploads/files/2021/05/22/100259_kob-mes-28129.webp

Li ber çerxerêya gund meş rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevseroka meclisa Qinayê Sûad Elemdar axivî û diyar kir ku beriya 44 salan û ta roja îro şervanên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê li çiyayan li ber xwe da, da ku gelê Kurd bi rûmet bijî. Sûad destnîşan kir ku tevî ku dewleta Tirk û dewletên cîhanê hewl didin şoreşa wan têk bibin, lê belê rêber Abdullah Ocalan nehişt ew yek pêk were.

Sûad îşaret pê kir ku şerê li dijî gerîla li çiyayên Kurdistanê bi tevahî cureyên çekan û yên qedexekirî tên bikaranîn.

/ar/uploads/files/2021/05/22/100327_saad-shykh-dmr-.webp

Sûad di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurd dê bi saya berxwedana gerîla bi ser bikeve.

Ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û ji bo redkirina biryara rêveberiya Amerîkayê ya li dijî 3 pêşengên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê rêzeçalakî li herêmê li dar dikevin.

Bi heman armancî li navçeya Şêran a li rojahilatê Kobanê roja pêncşemê xwepêşandanek hat lidarxistin û şêniyan diyar kir ku êrişên dewleta Tirk red dikin û piştgiriya gerîla dikin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YDBbPThieNY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>