Şêniyên Amûdê sersaxî da malbata şehîd Amed Agirî

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Ehmed Seyîd (Amed Agirî) ku di 19'ê Gulanê de ji hêla şaneyên DAIŞ'ê ve hatibû hedefgirtin û di encamê de şehîd bûbû.

Şêniyên Amûdê sersaxî da malbata şehîd Amed Agirî
Şêniyên Amûdê sersaxî da malbata şehîd Amed Agirî
Şêniyên Amûdê sersaxî da malbata şehîd Amed Agirî
Şêniyên Amûdê sersaxî da malbata şehîd Amed Agirî
Şêniyên Amûdê sersaxî da malbata şehîd Amed Agirî
22 gulan, 2021   11:15
QAMIŞLO

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre yek ji rêveberên meclisa navçeya Amûdê Sabir Mihemed bal kişand ser qehremaniya şehîd Amed Agirî û got: “Em bi şehîdên xwe û bi fedakariyên wan serbilind in, heya ku Hêzên Sûriya Demokratîk, Hêzên Parastina Gel û Hêzên Parastina Jin li ber xwe didin, tu kes nikare îradeya me bişikîne."

Mihemed diyar kir ku gelê Kurd bi ax û doza xwe ve girêdayî ye, ji ber vê yekê şoreşa ku bi fikir û felsefeya rêber Abullah Ocalan hatiye damezirandin, dê bi ser bikeve.

Her wiha yek ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Amûdê, Celîle Xelîl axivî û sersaxî ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên azadiyê re xwest.

Celîle Xelîl soza şopandina rêya şehîdan da û got: “Divê em şopdarê rêya şehîdan bin da ku em bigihêjin armancên wan.”

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cp54HN4FmWc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>