Mezlûm Ebdî bi Mackenzie û Calvert re civiya

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku wî bi Mackenzie û Calvert re, rewşa herêmê nîqaş kiriye.

Mezlûm Ebdî bi Mackenzie û Calvert re civiya
22 gulan, 2021   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Mezlûm Ebdî têkildarî hevdîtina xwe ya bi fermandarê Koalîsyona Navneteweyî yê li Sûriyê û Iraqê general Paul Calvert û fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê general Kenneth Mackenzie, li ser hesabê xwe yê Twwiterê got: “Ez bi hevdîtina Mackenzie û Calvert kêfxweş bûm ku me astengiyên ewlekariyê û aborî nîqaş kirin. Her wiha me nameyên hebûna domdar a hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê û kedên ji bo parastina herêmê û mîsogerkirina ewlekariyê, girtin.”

ANHA