Tabloyên jinan di pêşangeha Komxebata Şêwekariyê ya Rojava de

Di pêşangeha Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya Sêyemîn de ku li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê li dar ketiye, rengê jinan balkêş bû ku berxwedana jinan û têkoşîna wan di hemû waran de rave kir.

22 gulan, 2021   10:06
QAMIŞLO - HÊLÎN EBDULLAH

Beşdarbûna jinan di Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya Sêyemîn de cuda bû ku Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê di 18`ê Gulanê de li dar xistiye.

Komxebat duh înê bi dawî bû û berhemên 128 şêwekaran di nav de 63 şêwekarên jin ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşandan. Her wiha hemû hunermendan li rex berhemên xwe tabloyek xêz kir. Ji

Tabloyên bi rengên zeytî wêneya şervana jin a kedkar, azarên jinan ji ber koçberiyê û komkujiyên ku li dijî wan tên kirin, nîşan dan.

Tabloyên wêneyên şehîdên jin ên ku roleke mezin di biserxistina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîstine mîna Hevrîn Xelef, Barîn Kobanê û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), tabloyên ku berxwedana jinan û têkoşîna wan ji bo bigihêjin azadiya xwe, hatin pêşandan.

Şêwekar Sebah Elî destnîşan kir ku rengê jinan di pêşangehê de berbiçav bû. Sebah wiha domand: “Di hemû warên jiyanê de jinan berpirsyariya herî mezin hildaye ser xwe. Çi di warê wênesaziyê yan jî helbest an jî eniyên şer de û roleke mezin lîst.”

Sebah teqez kir ku bi rêya tabloya xwe xwest ku îsbat bike ku jin dîrokê çêdike û roleke mezin di pêşketin û guhertina civakê de dilîze.

Li aliyekî din şêwekar Xedîce Îsa ku bi rêya tabloya xwe ya bi navê “Azadiya jinan” tev li komxebatê bûye, got: “Jin bi awayekî çalak tev li komxebatê bûn. Her jinek bi rengekî cuda mijarên cuda nîşan dan. Wêneyên jinên şervan xêz kirin û vîna jinan bi rêya wan tabloyan xuya kir.”

Xedîce diyar kir ku jinên şêwekar ên ku tev li komxebatên bûne bi rêya mijarên cuda ku hewl dan bi rêya tabloyên xwe nîşan bidin, rengeke cuda hişt.

/ar/uploads/files/2021/05/22/093814_khdyjh-aysa.webp

Xedîce behsa tabloya xwe kir û got wê wêneya 3 keçên Kurd ên ku di nava refên Hêzên Parastina Gel (HPG) de ne, xêz kiriye ku nîşaneyên serkeftinê ji bo azadiya jinan û azadiya welêt hildane.

(şx)

ANHA