Li çolistana Reqayê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Hêzên hikumeta Şamê piştî nivî şevê gelek bajarokên gundewarên bakurê rojavayî Hemayê topbaran kirin. Li aliyekî din li çolistana Medan a gundewarên Reqayê di encama teqîna mayinekê de ku çeteyên DAIŞ'ê çandibû, 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li çolistana Reqayê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
22 gulan, 2021   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê duh bi moşekan Kensefra, Fetîra, Filêfil, Binîn û derdora Barê ya gundewarên başûrê Idlibê, derdora Qilêdîn û El-Enkawiyê y Sehil Xab a gundewarên bakurê rojavayî Hemayê topbaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) mayinek ku çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Medan a gundewarên Reqayê çandibû, teqiya û di encamê de 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

(dm)