Li herêmên dagirkirî gel li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê serî hilda

Çavkaniyan ji ajansa me re ragihand ku li bajarên Serêkaniyê û Babê yên dagirkirî li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê, gel serî hilda.

Li herêmên dagirkirî gel li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê serî hilda
Li herêmên dagirkirî gel li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê serî hilda
Li herêmên dagirkirî gel li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê serî hilda
Li herêmên dagirkirî gel li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê serî hilda
22 gulan, 2021   08:20
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyan, şêniyên bajarê Babê yê rojhilatê Helebê, li dijî çeteyên "Sultan Murad" li dergeha Ebû Zendên a di navbera herêmên serweriya hêzên hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de, piştî ku beşek şêniyên bajarê Quneytera bi sponseriya Rûsya û hikumetê gihaştin herêmê, serî hilda.

Çeteyên Sultan Murad ên ku yekser bi fermana istîxbarata Tirk dixebitin, gule li sivîlan reşandin û bi dehan kuştî û birîndar çêbûn û çeteyan li sivîlan da.

Her wiha di dîmenan de xuya dibe ku gel dibêje "Kiryarên milîsên Esed û rejîma Sûriyê ji kiryarên Artêşa Azad û xayînên Artêşa Nîştimanî, ne cudatir in".

Navneda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kiribû ku hikumeta Şamê bi sponseriya Rûsyayê bi armanca ku xebatên guhartina demografiyê bidomîne ku xwesteka dewleta Tirk e, 30 malbat (150 kes) ji bajarê Quneytera koçberî herêmên dagirkirî yên Babê kirin.

Dagirkeriya Tirk bi armanca guhartina demografiyê li Efrînê, di demên dawîn de derdora 750 malbatên filistînî li Efrînê bi cih kirin.

Çavkaniyên ji herêmê duh da zanîn ku bi sedan wesayîtên leşkerî yên girêdayî çeteyên Cebha Şemiyê ber bi dergeha Ebû Zendên ve çûn û destnîşan kir ku seferberiyeke giştî di navbera komên çeteyan li ser bendên kontrolê û sivîlan de heye.

Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyên ji bajarê Efrînê piştrast kir ku tevgereke zêde di nava çeteyên dewleta Tirk ên li bajêr de heye û bendên kontrolê yên qaşo "polîsên leşkerî" yên girêdayî dagirkeriya Tirk ji aliyê çeteyên Firqeya El-Mûtesim ve hatine dorpêçkirin.

Her wiha li bajarê Serêkaniyê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber rewşa jiyanî, gel serî hilda.

)dm)

ANHA