Agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam e

Agirbesta di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de berdewam e ku piştî şerê 11 rojan pêk hatbiû.

Agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam e
22 gulan, 2021   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên li Xezayê ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de 284 filistînî, di nav de 66 zarok, hatin kuştin.

Li gorî AFP`ê polîsên Îsraîlê ragihand ku ber bermahiyên moşekên ku ji Xezayê ve hatine avêtin, 12 kes di nav de zarok, jineke ciwan û leşkerek hatin kuştin.

Piştî ragihandina agirbestê, her du aliyan gotin bi ser ketine û gihaştine armancên xwe. Serokê Nivîsgeha Siyasî ya tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye ew bi serkeftineke stratejîk bi nav kir û got: “Me derbeyeke biêş û dijwar lê da û dê bandorên wê li ser Îsraîlê kûr bin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî got Îsraîlê armanca xwe ji vî şerî bi dest xist û bi serkeftineke îstîsna bi nav kir û got: “Zêdetirî 200 terorîst, di nav de 25 kadro, hatin kuştin.”

Li gel gefên her du aliyan agirbest ji êvara pêncşemê ve berdewam e.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di civîneke çapemeniyê de li Koşa Spî roja înê gotibû ew hewl dide alîkariyeke madî ya mezin bi hevkariya civaka navneteweyî peyda bike da ku ji nû ve binesaziya Xezayê were avakirin lê bi şerta ku derfet ji Hemasê re neyê vekirin ku pergala xwe ya çekan ava bike.

(şx)