Komxebata Şêwekariyê bi dawî bû

Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya 3`yemîn îro bi dawî bû. Hunermendên ku beşdarî komxebatê bûne, hatin xelatkirin.

Komxebata Şêwekariyê bi dawî bû
21 gulan, 2021   13:08
QAMIŞLO

Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya 3`yemîn 6`ê Gulanê li bajarê Tebqayê bi rêya lidarxistina werşeyekê bi dirûşma “Hevrengiya me jêdera bedewî û hêza me, bi hev re em hunerê bikin bihara gelan” dest pê kir. 25 şêwekarên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev lê bûn.

Piştre 18`ê Gulanê qonaxa duyemîn a komxebatê li Qamişloyê dest pê kir. Di vê qonaxê de pêşangehek li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar ket.

Di 3 rojan de bi dehan şêniyên Qamişlo û pêkhateyên wê yên Kurd, Ereb û Suryan û hezkiriyên hunerê serdana pêşangehê kir. Her wiha di wan sê rojan de 3 semîner li ser dika Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hatin dayîn.

Di semînera yekemîn de ya bi navê “Nirxandineke rexnegerî ya tecrubeya hunermend Zuhêr Hisên” ji aliyê endamê Komîteya Amadekar a komxebatê şêwekar Mûnîr Şêxo ve hat dayîn. A din bi navê “Hunera nûjen” ji aliyê mamosteyê Zanîngeha Rojava Mihemed Emîn Ebdo ve hat dayîn. A sêyemîn jî bi nave “Taybetmendiyên xêzikên zarokan” bû û mamosteyê wênesaziyê yê Zanîngeha Rojava Rêzan Mişo da.

Îro li gel beşdarbûneke girseyî ji aliyê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ku ji hevserokê Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê, cîgirê seroka Desteya Jinan Rûken Mele Xelîl pêk tê, komxebat bi dawî bû.

Di komxebatê de, Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xelat li hemû şêwekaran belav kirin. Her wiha teqdîrnameyek radestî hunermend û endamê Komîteya Amadekar a komxebatên Mûnîr Şêxî hate kirin.

Di dawiya komxebatê de tîmên Botan, Firet El-Firat û Efrîn ên girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê stranên bi erebî û kurdî pêşkêş kirin.

Pêşangeh dê heta dawiya Gulanê vekirî be û dê tabloyên di pêşangehê de hatine pêşandan ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve werin nirxandin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LX8rzjX82K0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>