Mîşel Ewn: Seed El-Herîrî nikare hikumetê ava bike

Serokkomarê Lubnanê got Seed El-Herîrî piştî gelek mehan ji dan û standinên siyasî ji bo avakirina hikumetê, diyar bû ku nikare hikumetê ava bike.

Mîşel Ewn: Seed El-Herîrî nikare hikumetê ava bike
21 gulan, 2021   10:44
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutresê parlamentoya Lubnanê dê îro bicive da ku nameya serokê lubnanî Mîşel Ewn nîqaş bike ku tê de hatiye gotin “Serokwezîrê Lubnanê Seed El-Herîrî nikare hikumetê ava bike.”

Hikumeta heyî piştî teqîna li bendera Beyrûtê di Tebaxa 2020`an de ku rewşa aboriya welêt dijwartir kir, bi awayekî demkî kar dike.

Mîşel Ewn di nameya xwe de got: “Xuya bû ku serokwezîrê ku hatibû erkdarkirin, nikare hikumetekê ava bike ku bikare welêt rizgar bike û bi saziyên maliyê yên biyanî û sendîkayên navneteweyî û dewletên alîkar re peywendiyan deyne."

Dewletên rojavayî bi serkêşiya Fransayê diyar kiribû ku tenê piştî avakirina hikumeteke teknokrat dikarin pere bidin hikumeta Lubnanê û desteka wê bikin. Her wiha ji ber hegemonyaya zêde ya Îranê li Lubnanê bi rêya Hizbullahê dewletên Kendava Erebî jî asta alîkariyê ya ji Lubnanê re sînordar kiriye.

(şx)