Danûstandinên di navbera dewletên Rojhilata Navîn de…sedem û encam

Di hefteyên borî de gelek tevgerên cuda yên diplomatîk li herêma Rojhilata Navîn çêbûn, jê danûstandinên Misir-Tirkiyê, Erebistana Siûdî û Îranê. Gelo nakokiyên bi salan bi dawî bûn an jî axaftina li ser vegera têkiliyan hîna zû ye?

Danûstandinên di navbera dewletên Rojhilata Navîn de…sedem û encam
21 gulan, 2021   04:06
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Piştî têkiliyên sar ên di navbera dewletên ku dixwazin li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de hegamon bin, mîna (Dewleta Tirk û Misir, Tirkiyê û Erebistana Siûdî, Îran û Erebistana Siûdî) diyar bû ku biryar dan ku li ser maseya danûstandinan rûnên. Lê belê axaftina li ser vegera têkiliyên di navbera wan de hîna zû ye.

SEDEMÊN DANÛSTANDINÊN EREBISTANA SIÛDÎ Û ÎRANÊ

Diyar e ku Riyad û Tehranê li ser çareserkirina hin dozên binakok bi rêbazeke dualî bi israr in, nemaze ku Erebistana Siûdî ji danûstandinên nûkleerî yên di navbera Îran û hêzên navneteweyî de hate dûrxistin, ku Riyadê gelek caran hewl da beşdar bibe.

Sedema din a Erebistana Siûdî, rewşa ewlehî ya tevlihev a li ser sînorê wê yê başûr, rojhilat û bakur e ku dewletên dijberên Îranê, li ser kontrol in. Lê Îran jî di encama rewşa aborî ya karesatê di Yemen, Lubnan û Iraqê de azaran dikişîne.

Piştî ku Iraqê danûstandinên yekemîn pêk anîn, her du welatan xwest ku beşdariya xwe berdewam bikin. Serokê Iraqê Berhem Salih piştrast kir ku dibe ku aramîkirina nakokiyan û avakirina baweriyê bi pêş ve biçin.

TUNEBÛNA BAWERIYÊ DI NAVBERA DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ DE

Bê guman hîna zû ye ku mirov bibêje dê pêvajoyeke nû di dîroka herêmê de dest pê bike. Her wiha ne nêzîke ku mirov bawer bike ku hêzên cîhanî di van geşedanan de ne. Lê belê ne çewt e ku îşaret bi kêmbûna baweriyê di nava van hêzan de were kirin, nexasim jî DYA’yê, Çîn û Rûsyayê, vê yekê hişt ku lîstokvanên herêmî ji hev ve nêz bibin.

Diyar e ku danûstandinên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de bi taybet di encama baweriya hevpar de ku dijwar e pişta xwe bidin DYA’yê hatin destpêkirin.

Li gorî siûdiyan, hate îsbatkirin ku piştgiriya rêveberiya Trump a berê têrê nekir, bi taybet dema ku avahiya Aramko rastî êrişa hûsiyên bi piştgiriya Îranê yê ji Yemenê de hatin. Piştî wê rêveberiya Biden di kişandina çi dewletên Kendavê ber bi danûstandinên nukleerê yên pêşerojê bi Îranê re bi bin ket. Her wiha Washingtonê israr kir ku dosyaya Îranê ya nukleerê ji bernameya moşekên balistîk û rêbeza wê ya berfirehkirina li hundirê dewletên Ereb qut bike.

Li gorî nêrîna Îranê, piştî biryara serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump a vekişandina DYA'yê ji peymana nûkleerî re ku di sala 2015'an de bi Îranê re îmze kiribû, li Amerîkayê bawerî heta radeyeke mezin kêm bû. Êdî çi peymana ku Amerîka ji bo pêşerojê li ser îmze bike bû cihê pirs û gumanê.

Bi wê re jî ev nayê wateya ku nakokiyên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de ne mezin in. Hebûna Amerîkayê li herêmê ji bo Îranê dozekî binakok e, ev yek jî sedema pêkanîna van danûstandinan bi awayekî sereke eşkere dike.

‛BIDAWÎKIRINA BANDORKERÊN BIHARA EREB’

/kr/uploads/files/2021/05/20/195911_-.webp

Der barê armanca van tevgeran de, lêkolînera lubnanî ya taybet bi dewleta Tirk Dr.Huda Riziq wiha got: "Hewldanên bidawîkirina bandorên bihara gelan li herêmê û vegerandina rewşê mîna berê hene. Ji ber ku di pêvajoya Trump de têkiliyên Washingtonê bi hêzên hevalbend re tevlihev bûn û di encam de nakokî di navbera dewletên herêmê de çêbûn."

Dr.Huda Riziq wiha domand: "DYA’yê dest bi komkirina hevalbendên xwe kir. Biden di gotina ji hevalbendên xwe re eşkere bû û got; divê hûn refên ji nû ve bi rê xistin bikin. Ji ber ku herêm li beramber pêşketinên mezin in û nakokiya sereke ya DYA’yê bi Rûsya û Çînê re heye. Ji lew re dest bi diyalogên bi Îranê re kir."

ÇIMA DEWLETA TIRK EWQAS GIRÎNGIYÊ DIDE TÊKILIYÊN BI MISIR Û EREBISTANA SIÛDÎ RE?

Der heqê hewldanên dewleta Tirk ên avakirina têkiliyên bi Misir û Erebistana Siûdî re, Dr.Huda Riziq ev nirxandin kir: "Ji dema Biden hatiye ser desthilatê ve dewleta Tirk dest bi avakirina têkiliyên bi dewletên Ereb re ku berê pê re bi nakok bû kir. Ew jî di encama piştgiriya Enqereyê ji Îxwan El-Mislimîn re bû, bi taybet dewleta kûr a DYA’yê Îxwan El-Mislimîn xistibû lîsteya terorê."

Dr. Huda Riziq da zanîn ku ev nîşaneyek pir girîng e û zengilê bidawîkirina bandorkerên bihara ereb lê dide û got: " Dewleta Tirk şopdarê siyaseta Amerîkayê ye, nemaze bi destpêkirina pêvajoya Biden re û dest bi avakirina têkiliyên bi Misir û Erebistana Siûdî re kir."

‛WASHINGTON DIXWAZE KOALÎSYONEKE STRATEJÎK AVA BIKE’

Lêkolînera lubnanî Dr. Huda Riziq wiha li gotina xwe zêde kir: "Washington dixwaze koalîsyoneke stratejîk li herêmê ava bike ku tê de dewletên Kendavê, Misir û dewleta Tirk jî hebe. Em îro li beramber guhartinan in. Washingtonê cihên xwe bi nakokiya bi Rûsya û Çînê bi hevalbendên xwe re diyar kirin. Nakokiya rasteqîn jî ew e ku dê danûstandinên Amerîka bi Îranê re çi encam derkevin û dê ji wê jî nexşerêyeke nû ya herêmê çêbibe."

/kr/uploads/files/2021/05/20/195949_-.webp

Têkildarî danûstandinên îranî-siûdî, lêkolînerê amerîkî yê Enstîtuya Enterprise ya Amerîkî (AEI) Michael Robin ji ajansa me re wiha got: "DYA’yê aramiyê dixwaze û hewl dide bigihîne lihevkirineke nû. Bi wê re jî dê li pêş êrişên Îranê yên li dijî binesaziya Erebistana Siûdî bigire û dibe ku bigihîne lihevkirineke ku girêdayî wekîlên her du welatan li Lubnan û Yemenê."

/kr/uploads/files/2021/05/20/200040_-.webp

Têkildarî girêdana van danûstandinan bi paşguhkirina herêmê ji aliyê rêveberiya Biden ve Robin wiha got: "Tu têkiliya van danûstandinan bi paşguhkirina herêmê ji aliyê Biden ve tune ne, lê belê têkiliya xwe bi sadebûnê re heye."

Lê mezinê lêkolînerên navneda Newell's American Nicholas Heras di heman çarçoveyê de wiha got: "Erebistana Siûdî bi baldarî nêzî pêkanîna peymanan bi Îranê re dibe. Ev yek jî bi serkêşiya Mihemed Bin Selman dibe, ew jî dixwaze bi lêçûneke kêm ji pêşbirka xwe ya bi Îranê re derkeve, da ku bikaribe girîngiyê bide geşkirina aboriyê ya li Erebistana Siûdî."

Heras diyar kir ku di vê demê de tu tevgerên dîplomasî yên lîstok li herêmê nayên guhartin.

Gelek pispor eşkere dikin ku Washington li ser asta herêmî û navneteweyî dixebite da ku dozên bigirêk çareser bike û berjewendiyan parve bike.

Girêdayî rastiya vê yekê, Nicholas Heras wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide peymanan bi Misirê re yên girêdayî Lîbyayê îmze bike, da ku bikaribe îstîsmarên xwe li Lîbyayê qels bike û girîngiyê bide Sûriyê û rojhilatê Deryaya Spî. Dewleta Tirk, li Erebistana Siûdî bi çavekî ku ew şirîkê muhtemel a bazirganî û ewlehiyê ye, dinêre, heger Mihemed Bin Selman jî amade be ku peymanan bi Erdogan re îmze bike."

Di dawiyê de, ev dewletên li pey hegamoniya li ser herêmê dibezin li berjewendiyên xwe digerin, lê heke pêk nehat, bi taybet hewldana dewleta Tirk a îmzekirina peymanan pê re ku tu gavên ber bi pêş ve naavêjin. Ji ber tiştê ku dewleta Tirk bi dewletên Ereb kiriye, hîna jî tevahî li ser xeteriya wê û projeya wê ya hewldana vegerandina projeya Osmaniyan, bi bîr dixin.

(fr)

ANHA