Roj bi roj bandora qutkirina ava Firatê zêde dibe

Karesata mirovahî ya ku di encama qutkirina avê Firat de derketiye, roj bi roj mezin dibe û dibe sedema guhartina avhewayê, qirêjiyê û têkbirina beşê çanidniyê.

Roj bi roj bandora qutkirina ava Firatê zêde dibe
20 gulan, 2021   07:05
REQA-EHMED EL-ESAF

Cotkarên Reqayê  berê xwe didin dezgehên çapemeniyê, bi hêviya ku civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dengê wan bibihîse û fişarê li dewleta Tirk bike da ku ava Firatê berde.

Cotkarê bi navê Ebdulruhmen El-Ecac ji Reqayê çemê Firat bi "Çekeke wêraniyê"bi nav kir û da zanîn ku eger sînorek ji dewleta Tirk re neyê dayîn, wê geliyê Firatê wêran bibe.

El-Ecac anî ziman ku cotkar di van deman de xwe amede dikin da ku genim, ceh û cûreyên din ên çandiniyê biçînin, lê rewşa çemê Firatê hêvî nade ku cotkar tiştekî din biçînin.

Li aliyekî din, cotkarên ku bi rêyê bîran mewsima xwe av didin jî zirar dît ji ber kêmbûna ava Firat û kêmbûna barana zivistanê, bû sedem ku asta avên binerd jî pir kêm bibe.

Cotkarê bi navê Mihemed El-Îsa piştrast kir ku ji ber derxistina avê ji bîrê derdora 5 milyon lîreya sûrê xisar kiriye.

Mihemed El-Îsa diyar kir ku eger rewş bi vî rengî dewam bike, ew û bi hezaran kesên din, nikarin çandiniyê ku debara wan a sereke ye, bikin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zLXTY88PFbo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>