Jinên Minbicê: Bi rêya fikirê rêber Abdullah Ocalan me xwe îsbat kir

Jinên li Minbicê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “ Em bi rêya fikirê rêber Abdullah Ocalan rizgar bûn û me rastiya jinan nas kir." Jinan bang li rêxistinên hiqûqî kir ku tecrîdê bi dawî bikin.

Jinên Minbicê: Bi rêya fikirê rêber Abdullah Ocalan me xwe îsbat kir
20 gulan, 2021   06:19
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Dozgeriya giştî ya Bursayê ya Tirkiye li ser rêber Abdullah Ocalan bi îdiaya ku wî sala 2009`an nexşeya rê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê kiriye, cezaya qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re ya 6 mehan birî.

Ceza ji 23`yê Adara derbasbûyî ve bi dawî bûye, lê dozgeriya giştî ya Tirkiyê heta niha daxwaznameyên parêzer û malbatê ji bo pêkanîna hevdîtinan nabersivîne.

/ar/uploads/files/2021/05/20/053506_najyh-mhmd_1.webp

Welatiya bi navê Naciye Mihemed a ji Minbicê der barê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan axivî û got: "Ji beriya 22 salan ve Rêbertî di girtîgehê de ye û rêxistinên mirovî yan jî mafnas rewşa wî ya tenduristiyê eşkere nakin. Heta tecrîd ji berê zêdtir bûye û rê nadin malbatê û parêzeran ku pê re bicivin û rewşa tenduristiyê wî seh bikin."

Naciye di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan fêlezof e û xwediyê fikirên ronak e û ev li gotina xwe zêde kir: "Li ser bingeha projeya neteweya demokratîk banga hevgirtin û hevkariyê di navbera hemû pêkhateyan û beşên civakê dike kir û her wiha banga mafên jinan jî dike."

Naciye di dawiyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rakin û wî serbest berdin, ji ber ku ji civakê re perspektîv fikirên kêrhatî pêşkêş kiriin.

ꞌROLA RÊXISTINAN TUNE YEꞌ

Rêber Abdullah Ocalan ji beriya 22 salan ve di encama komployeke navneteweyî û herêmî de sala 1999`an li paytexta  Kenya Nairobiyê dîl hate girtin û wî radestî desthilata Tirk kir.

Ji wê demê û şûn ve rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ye û tenê du caran bi malbatan xwe re bi rêya telefonê axiviye. Cara yekemîn 27`ê Nîsana 2020`an bû û tenê 20 deqeyan dirêj kir û cara duyemîn jî 25`ê vê Adarê bû ku 5 deqeyan dirêj kir.

Rabîe Bekro tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan sûcên dermirovî pêk tîne. Lê rêxistinên mafên mirovan, mafnas û civaka navneteweyî li hemberî wê bê deng in."

Rabîe wiha pê de çû: "Ji bo me wek jinên Ereb bi saya fikirên rêber Abdullah Ocalan em rizgar bû û me xwe û rastiya jinan a dîrokê de û heta roja me ya îro nas kir."

/ar/uploads/files/2021/05/20/053451_rabah-bkrw.webp

Rebîe bal kişand ser îdiayên dewleta Tirk ên der barê îslamê û got: "Dewleta Tirk îslamê îdia dike, lê belê ew bi kiryar û sûcên xwe hemû rêgezên ola islamê bin pê dike. Tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye mînaka herî ber bi çav e. Divê rêxistinên hiqûqî mudaxele bikin û rêbertî serbest berdin. "

Rebîe di dawiyê de ev xal rêz kir:"Em wekî jinan dê şopdarên rêya rêber Abdullah Ocalan bin û soz didin ku em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KITI_xUC1W4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>