'Divê hêzên kurdî ên Başûr helwestên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk nîşan bidin'

Siyasetmedarên Helebê bang li partiyên kurdî kir ku li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê helwestên cidî nîşan bidin û got ev êriş tevahî Kurdan dikin armanc.

'Divê hêzên kurdî ên Başûr helwestên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk nîşan bidin'
20 gulan, 2021   05:53
HELEB-ARIF SILÊMAN

Piştî têkçûna êriş û planên dewleta Tirk a dagirker li Garê, artêşa Tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrişî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Başûrê Kurdistanê dike. Têkildarî helwestên hêzên siyasî yên Kurd der barê êrişên dagirkeriya Tirk de, siyasetmedarên taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji ajansa me re axivîn.

/ar/uploads/files/2021/05/20/052740_hyfyn-slyman.webp

Endama Meclisa Jinan a PYD', Hêvîn Silêman got dîroka dewleta Tirk bi qetlîam, kuştin û dagirkirinê tê naskirin û heya roja îro sûcên xwe didomîne. Hêvîn Silêman diyar kir ku dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê li herêmên ku dagir kirine, guhertinên demografîk pêk tîne.

Hêvîn Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk bi pêşengiya AKP'ê, sponsorê sereke yê çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên din e, ji ber ku dewleta Tirk ew li deverên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih kirine da ku bandora xwe li herêmê berfireh bike.

Hêvîn Silêman anî ziman ku dewleta Tirk di encama siyasetên xwe yên faşîst û dagirkeriyê de li Rojhilata Navîn wekî dewleteke xeternak e. Di dawiya axaftina xwe de, Hêvîn bang li hêzên siyasî û partiyên kurdî yên li çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet li Başûrê Kurdistanê kir ku rêzên xwe bikin yek û li hemberî dagirkerî û siyaseta qirkirinê ya li dijî Kurdan bisekinin. 

Endamê PDKS'ê Mistefa Horo got êrişên artêşa dagirker a Tirk li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê vîna Kurdan dikin armanc.

/ar/uploads/files/2021/05/20/052713_mstfa-hwrw-55.webp

Horo wiha dom kir: "Mixabin, hin partiyên me heya niha li hemberî van êrişan tu helwestên xwe nîşan nedane. Divê partiyên Kurd ji çarçoveya berjewendiyên şexsî derkevin û li ser berjewendiya neteweyî û erka welatparêzî bifikirin. Her wiha divê partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê helwestên xwe der barê êriş û planên Tirk de diyar bikin. Ev êriş destkeftiyên Kurdan dikin armanc."

Mistefa Horo bang li PDK'ê kir ku rola xwe ya neteweyî li hemberî gelê Kurd bilîze û û li pêşberî êrişên artêşa Tirk bê deng nemîne.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/posxTZoo4GE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>