Li Kerkûkê 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin

Ajansa istixbarata Iraqê îro ragihandin ku wê li parêzgeha Kerkûkê 6 çeteyên DAIŞ'ê girtin.

Li Kerkûkê 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin
19 gulan, 2021   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El-Sûmeriye ragihand ku ajansa istixbaratê ya Iraqê di daxuyaniyekê de got: "Piştî xebatên şopandinê û li gorî biryarên ku li dijî wan hatine girtin û di bin çavdêriya wekîlê istixbaratê, şaxên istixbaratê û yên lêpirsînan ên federal ên Wezareta Kar û Barên Hundir 6 çeteyên terorîst li deverên cuda yên parêzgeha Kerkûkê girtin.

Ajansê wiha domand: "Ew çete li gorî madeya 4 a terorê hatin girtin. Yek berpirsê desteka lojistîk, ê din berpirsê pêşkêşkirina desteka lojistîk ji endamên DAIŞ`ê re yên li parêzgeha Kerkûrê ye. Destê çeteyê sêyemîn di komkujiya Spaykir e û her sê çeteyên din di heman dozê de hatin girtin. "

 (dx)