​​​​​​​Ji bo danasîna Jineolojî li Kampa Waşûkanî semînerek hat lidarxistin

Kongreya Star li Kampa Waşûkanî bi hevkariya Navenda Jineolojî ji bo danasîna Jineolojî semînerek li dar xist.

​​​​​​​Ji bo danasîna Jineolojî li Kampa Waşûkanî semînerek hat lidarxistin
18 gulan, 2021   12:57
 HESEKÊ

Ji bo danasîna Jineolojî (Zanistana Jinê), sedemên pêşniyarkirina wê û armancên wê Kongreya Star li Kampa Waşûkanî bi amadebûna dehan koçberên li kampê re û endamên saziyên sivîl ên kampê, semînerk li dar xist.

Endama rêveberiya Navenda Lêkolînên Jineolojî a kantona Hesekê Leyla Hesen semîner bi rêve bir. Leyla diyar kir ku ruxmî ku zanista civakî li ser gelek beşan û lêkolînkirina pirsgirêkên civakê disekine jî, lê belê bi awayekî kûr doza jinê negirtiye dest û pêwîstiya çareserkirina vê dozê bi awayekî pratîk nedîtiye.

Leyla da zanîn ku gelek zanist hene lê belê ne têkildarî jinan in û wiha dewam kir: “Ji beriya bi hezaran salan jin ji qada zanistê jî hatin dûrxistin. Di heman demê de jin pêşeng bûn û wan destpêkê xwaza keşf kir, bingehên civakê danîn, şoreşa çandiniyê dan destpêkirin, bingehên exlaqî danîn û ji xwendawendên yekemîn bûn.”

Leyla di semînerê de teqez kir ku zanista jinê (Jineolojî) beriya her tiştî dê jiyana civakî ji nû ve bide nasîn, dê jiyana derew rexne û analiz bike, dê têkiliya rastîn di navbera jin û jiyanê, di navbera jiyanê û civakê û di navbera jiyanê û azadiyê de, her wiha di navbera wate û jiyanê, jiyana civakî û xwezayê, di navber jin û mêr de bide nasîn û dê bingehên jiyana nû ya hêjayî mirovan deyne.

Hêjayî gotinê ye ku rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe Sosyolojiya Azadiyê de, beşekî taybet ji bo Jineolojî veqetand.

Di Gulana 2015`an de pirtûka Jineolojî hate amadekirin. Akademiyên Jineolojî 5 navendên xwe vekir. Li Efrînê di 17`ê Gulana 2017`an de, li Dêrikê di 13`ê Îlona 2017`an de, li Minbicê di 3`ê Çileya 2018`an de, li Hesekê di 11`ê Çileya 2019`an de û li Kobanê di 6`ê Adara 2019`an de, navendên Jineolojî hatin vekirin.

Bi amranaca pêşxistina zanistên civakî, zanista Jineoloijî wekî meteryaleke akademî ya perwerdeyê li zanîngehan tê dayîn. Sala 2017`an jî li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo fekulteya Zanista Jinên (Jineolojî) hate vekirin.

(cx)

ANHA