‘Dewleta Tirk bi rêya `Doza Kobanê` hewl dide desthilata xwe biparêze’

Dewleta Tirk di çarçoveya siyaseteke çewisandina gelê Kurd de hemleyên qirkirina siyasî li dijî siyasetmedarên Kurd didomîne. Gelek siyasetmedar vê siyasetê wek rêbazeke dewleta Tirk ku dixwaze pê pirsgirêkên xwe yên hundirîn veşêre, bi nav dikin.

‘Dewleta Tirk bi rêya `Doza Kobanê` hewl dide desthilata xwe biparêze’
15 gulan, 2021   06:03
KOBANÊ - MEYSA EKARÎ

Nerazîbûnên gel li hemberî siyasetên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd zêde dibin ku banga pêkanîna edaletê û rêgirtina li pêşiya kiryarên dewleta Tirk ên hovane yên li dijî siyasetmedarên Kurd û gelê Kurd dikin.

Ji 2015`an ve desthilatdarên Tirkiyê bi hezaran endam û serokên HDP`ê girtin. Wezareta Karên Hundir jî hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, ji erkên wan dûr xistin. Li rex wê jî parlamentoya Tirkiyê mafê parêzbendiya parlamenteriyê ya gelek parlamenterên HDP`yê rakir û ew girtin.

Dewleta Tirk di çarçoveya tengavkirina HDP`ê de, di 24`ê Nîsanê de bi tawana tevlêbûna xwepêşendanên ji bo piştgiriya Berxwedana Kobanê, dest bi darizandina 108 endamên HDP`ê kir ku di nav de hevserokên berê yên partiyê Selahattîn Demirtaş û Fîgan Yuksekdag jî hene.

Ruxmî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bang kir ku divê yekser Demirtaş û Yuksekdag serbest werin berdan, lê AKP`ê bi serokatiya Erdogan ev daxwaz red kir.

‘EDALETÊ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE PÊK TÎNIN’

Girêdayî mijarê endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Firatê Ismaîl Semo got dewleta Tirk li her derê mafên Kurdan binpê dike û wiha domand: “Heta kesên ku piştgiriya Berxwedana Kobanê kirin, di bin navê Doza Kobanê de di dadgehên Tirkiyê de tên darizandin. Di vê dawiyê de bi armanca şikandina vîna gelê Kurd, gelek siyasetmedarên Kurd li Bakurê Kurdistanê hatin girtin.”

Semo destnîşan kir ku AKP dixwaze dadgehan û edaletê li Tirkiyê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bîne. Hebûna hêzeke kurdî tu carî qebûl nake, ji lew re her tim hewl dide hebûna gelê Kurd bi rê û rêbazên cuda yên leşkerî û siyasî, tune bike.

‘HEWLDANA DERENGXISTINA DESTHILATA XWE’

Girêdayî heman mijarê endamê PYD`ê şaxê herêma Firatê Mehmûd Ebdî jî got: “Dewleta Tirk dixwaze aloziyên xwe yên hundirîn û aborî veşêre, ji ber wê ji bo ku di cengekê de bi ser bikeve û desthilata xwe xilas bike, Herêmên Parastinê yên Medyayê dike hedef.”

Ebdî wiha domand: “Dewleta Tirk mîna her carê bi bin dikeve û hêrsa xwe di serê siyasetmedarên Kurd de derdixe, wan digire û îşkenceyê li wan dike.”

Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk bi van siyasetên xwe nikare vîna gelê Kurd bişikîne ji ber ku li her derê çi di girtîgehan de çi li derve, li ber xwe dide.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mRy8MwtEQK4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>