Ermenistanê hêzên Azerbêcanê bi destdirêjiya li xaka wan tawanbar kirin

Eremenistanê hêzên Azerbêcanê bi derbaskirina sînorên başûr û hewldana dagirkirina parçeyekî xaka Ermenitanê tawanbar kir. Fransayê jî banga vekişînê li Azebêcanê kir.

Ermenistanê hêzên Azerbêcanê bi destdirêjiya li xaka wan tawanbar kirin
14 gulan, 2021   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan duh got ku artêşa Azerbêcanê “destdirêjî” li sînorên welatê wî kiriye û dixwaze herêmên nû dagir bike.

Paşniyan di civîneke awarte ya Meclisa Ewlehiya Neteweyî de teqez kir ku hêzên Azerbêcanê 3 km derbasî hundirê xaka Ermenistanê bûne û dixwazin gola Sêvan dorpêç bikin.

Paşniyan “destdirêjiya” li ser xaka Ermenistanê şermezar kir û destnîşan kir ku artêşa welatê wî bi tevgerên taktîkî yên guncaw bersiv daye.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî duh pêncşemê bang li hêzên Azerbêcanê kiribû ku ji xaka Ermenistanê vekişin.

(cx)