​​​​​​​Turnovaya fotbolê ya ciwanên herêma Efrînê bi dawî bû

Îro turnovaya fotbolê ya herêma Efrînê bi xelatkirina tîmên serketî li ser yarîgeha li kampa Serdem a kantona Şehbayê bi dawî bû.

​​​​​​​Turnovaya fotbolê ya ciwanên herêma Efrînê bi dawî bû
​​​​​​​Turnovaya fotbolê ya ciwanên herêma Efrînê bi dawî bû
​​​​​​​Turnovaya fotbolê ya ciwanên herêma Efrînê bi dawî bû
​​​​​​​Turnovaya fotbolê ya ciwanên herêma Efrînê bi dawî bû
​​​​​​​Turnovaya fotbolê ya ciwanên herêma Efrînê bi dawî bû
11 gulan, 2021   18:43
ŞEHBA

Turnovaya giştî ya fotbolê ya çîna ciwanan a herêma Efrînê di 5’ê Nîsana borî de bi beşdariya 6 tîmên; Kampa Berxwedana, Raî El-Salih, Avêsta, Berxwedana PYD, Ehlî El-Şehba û Emanos Efrîn, dest pê kir.

Maça yekemîn di navbera tîmên Kampa Berxwedan û Emanos de dest pê kir û bi serketina tîma Kampa Berxwedan bi dawî bû.

Li maça duyemîn, di navbera tîmên Berxwedan PYD û Raî El-Salih de bû û bi serketina Raî El-Salih bi dawî bû.

Turnova bi xelatkirina tîmên serketî bi dawî bû, tîma Raî El-Salih asta yekemîn bir, tîma Kampa Berxwedana asta duyemîn. Bi wê re Kasa turnovayê bû para tîma Raî El-Salih û tîmên dîtir jî bi mîdeliyên zîfî hatin xelatkirin.

(fr)

ANHA