QSD: Operasyona geliyê El-Ecîc di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku operasyona hêzên QSD`ê li geliyê El-Ecîc, di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.

QSD: Operasyona geliyê El-Ecîc di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike
11 gulan, 2021   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandina QSD`ê ragihand ku hêzên wan operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî li herêma geliyê EL-Ecîc ku dikeve gundewarê bakurê Dêrezorê di roja sêyemîn de berdewam dikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin:

"Di sê rojên borî de de gelek cihên ji herêma geliyê El-Ecîc hatin paqijkirin. Hêzên me bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî gelek hucreyên veşartî ku rêxistina terorî DAIŞ`ê ji bo veşartina endam û çekên xwe bikar dianî hatin dîtin û ruxandin.

Her wiha rêyên qaçaxtiyê ku DAIŞ'ê di veguhestina endamên xwe û tevgera wan de bi kar dianî hatin keşifkirin.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî di seatên şeva borî de hejmarek ji fûzeyan avêtin hinek hedefên li herêma geliyê El-Ecîc û hucreyên veşartî û rêyên qaçaxtiyê kirin armanc. Di heman demê de, balafiran firîna xwe li ezmanê herêmê berdewam kirin bi armanca şopandina tevgera şaneyên DAIŞ'ê.

Dewriyeyên hêzên me û yên Koalîsyona  Navneteweyî bi hejmarek ji niştecihên herêma geliyê El-Ecîc re civiyan.

operasyona geliyê El-Ecîc ku di 9'ê vê meha Gulanê de bi piştgiriyeke bejahî û ezmanî ya Koalîsyona Navneteweyî dest pê kir."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YA136ib24qs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>