`Şerê bi avê şerekî nû ye û bi erêkirina navneteweyî li dijî herêmê tê meşandin`

Gerînendeyê Saziya Avê ya Til Temirê got rewşa li herêmê ji ber qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, gelek xirab dibe. Her wiha teqez kir ku dewleta Tirk bi erêkirina civaka navneteweyî bi rêbazekî din şerê herêmê dike.

`Şerê bi avê şerekî nû ye û bi erêkirina navneteweyî li dijî herêmê tê meşandin`
11 gulan, 2021   06:44
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker rêzesûcên xwe li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Vê carê bi zanabûn avê wek çek di şerê xwe yê li dijî herêmê de bi kar tîne û jiyana bi milyonan kesî dixe xetereyê.

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Serêkaniyê dagir kir û serwerî li stasyona Elokê kirk u depoya mezin a avê ya tevahî herêma Hesekê û navçeyên wê ye, şêniyên herêmê ji avê mehrûm in.

`REWŞA LI HERÊMÊ HER KU DIÇE XIRABTIR DIBE`

gerînendeyê Saziya Avê ya navçeya Til Temirê Xalid Elo got: “Şêniyên herêmê ji ber qutbûna avê gelek zehmetiyan dikişînin. Ji gelek rojan ve av naghêje navçeyê. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker careke din ava stasyonê qut kir. Cejn li ber derî ye, hejmara kêm a sahrîcên avê  li herêmê azarên şêniyan girantir kir. Nexasim ku ji aliyê îdarî ve zêdetirî 140 gund girêdayî navçeyê ne û gelek koçber li herêmê û di dibistanan de hene.”

Elo da xuyakirin ku li gel berdewamkirina qutkirina ava stasyonê ji aliyê dagirkera Tirk ve, rewşa li herêmê her ku diçe xirabtir dibe.

Dewleta Tirk stasyona Elokê wek çek di şerê xwe yê li djiî gelên herêmê de bi kar tîne.

Elo diyar kir ku qutkirina avê beşek ji siyaseta dewleta Tirk e ku bi rêya wê hewl dide vîna şêniyên herêmê bişikîne û av kiriye çek.

`WEK ALTERNATÎF, SIVÎL AVA ŞOR Û TEHL BI KAR TÎNIN`

Elo eşkere kir ku sivîl ava şor û tehl ji bo pêdiviyên xwe bi kar tînin û wiha axivî: "Bi dehan şêniyên herêmê li gel me gilî kirin, lê tiştê em dikarin pêşkêş dikin."

Elo wiha domand: “Çer ku dewleta Tirk dest daniye ser stasyonê, aloziya şêniyan wê bidome.”

`ŞERÊ BI AVÊ SERNAVA ŞERÊ NÛ YA BI ERÊKIRINA NAVNETEWEYÎ YE`

Elo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker avê li dijî gelên herêmê bi kar tîne û wiha pê de çû: “Îsbata vê yekê jî ew e ku dewleta Tirk hemû çemên ku diherikîn herêmê qut kirin. Ev yek li pêşiya civaka navneteweyî û rêxistinan pêk tê ku ew jî mirovahiyê idîa dikin.”

Di dawiyê de Elo bêdengiya hêzên garantor û rêxistinên mirovî şermezar kir û ew wek şirîkê dagirkera Tirk di şerê wê yê nû de yê li dijî herêmê bi nav kir. Elo bang li hemûyan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin, avê bigihînin herêmê û stasyona Elokê ji bin destê dewleta Tirk derxin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lRvJSG2AGek" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>