Dewleta Tirk hewl dide tecrîda dîplomatîk a li ser xwe bi dawî bike

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dê îro biçe paytexta Erebistana Siûdî û dê têkiliyên dualî nîqaş bike.

Dewleta Tirk hewl dide tecrîda dîplomatîk a li ser xwe bi dawî bike
10 gulan, 2021   13:20

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ragihand ku dê Çavuşoglu bi hempîşeyê xwe yê Siûdiyê mîr Feysal Bin Ferhan re bicive û dozên herêmî û têkiliyên dualî nîqaş bike.

Dewleta Tirk bi vê yekê armanc dike ku rewşê bi welatên Ereban wekî Misir, Siûdî û Îmaratê re aram bike û tecrîda dîplomatîk a ji ber tevgerên wê li herêmê  bi dawî bike.

(cx)