Ciwanên Xana Serê bi meşeke meşeleyî piştgirî da pêngava Bazên Zagrosê

Ciwanên bajarokê Xana Serê ya girêdayî Dêrikê bi meşeke meşeleyî piştgiriya xwe ji Pêngava Bazên Zagrosê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê nîşan da.

Ciwanên Xana Serê bi meşeke meşeleyî piştgirî da pêngava Bazên Zagrosê
Ciwanên Xana Serê bi meşeke meşeleyî piştgirî da pêngava Bazên Zagrosê
Ciwanên Xana Serê bi meşeke meşeleyî piştgirî da pêngava Bazên Zagrosê
8 gulan, 2021   19:55
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarokê Xana Serê ya girêdayê navçeya Dêrik bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û piştevaniya bi pêngava Bazên Zagrosê re meşek bi meşeleyan li dar xist.

Meş ji pêşiya avahiya Şaredariya Gel a bajarokê Xana Serê dest pê kir.

Ciwanan ku wêneyên şehîdên berxwedana Avaşînê, meşele, al û sembolên kurdî hilda bûn bê navber diruşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berz kirin.

Meş li Çerxerêya Xana Serê ya li ser rêya giştî rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Şînda Baco daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi rihê berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê pêngava Bazên Zagrosê silav dikin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin.

Bi rih û bi berxwedana gerîlayên HPG'ê ku efsanên lehengî û fedekariyê dinîvisînin, dê tevahî êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têk biçin.

Gerîlayên HPG'ê di dirêjahiya salan de xwedî tecrubeyeke têkoşînê ye, hêz, moralê xwe yê bilind û fikirê xwe ji felsfeya rêber Abdullah Ocalan digirin, ji ber vê yekê dewleta Tirk a faşîst wê nikaribe li hemberî felsefeya rêbertî û HPG'ê li ber xwe bide."

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana HPG û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

ANHA