Biden û Pûtîn dê li hev bicivin

Serokê DYA`yê Joe Biden roja înê got ew texmîn dike ku hevdîtinê bi serokê Rûsyayê re Vladimîr Pûtîn re di demeke nêz de pêk bîne û nakokiyên heyî di navbera wan de dê pêwîstiya wan beriya lûtkeyê bi çareseriyê tune be.

Biden û Pûtîn dê li hev bicivin
8 gulan, 2021   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, Joe Biden roja înê li Koşka Spî ji rojnamevanan re got tevî ku Rûsyayê hêzên xwe li nêzî Ukraynayê zêde kirine lê ew dixwaze hevdîtinê bi Pûtîn re pêk bîne.

Li gorî bersiva pirsa der barê hevdîtina Pûtîn di Hezîranê de wiha got: “Ez bawer im em ê bikarin vê yekê bikin. Tu dem û cihê me yê diyar tune ye. Xebat li ser vê tê kirin.”

Ajansa TAS a rûsî li ser navê berdevkê Kremlîn Dmitry Peskov ragihand ku Rûsyayê derfeta lidarxistina civînekê di navbera Pûtîn û Biden de nîqaş dike.

(bx)