Li Nîjerya di êrişa çeteyan de 15 leşker hatin kuştin

Li Nîjeryayê di êrişeke çeteyên ser bi El-Qaîde û DAIŞ`ê de herî kêm 15 leşker hatin kuştin.

Li Nîjerya di êrişa çeteyan de 15 leşker hatin kuştin
6 gulan, 2021   05:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa roja şemiyê ku di encamê de 16 leşker hatibûn kuştin, duh jî êrişeke din rû da.

Li gorî daxuyaniya hikumetê, li herêma Tillaberi ya li ser sînorê Malî êriş li dijî yekîneyên leşkerî hate kirin û herî kêm 15 leşker hatin kuştin û 4 leşker birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êriş ji aliyê 'kesên ku çekên giran bi kar anîne' ve hatiye kirin û di operasyonên piştî êrişê de gelek êrişkar hatine kuştin.

Li Nîjeryayê di mehên dawîn de êrişên komên ser bi DAIŞ û El-Qaîdeyê ve gelekî zêde bûne. Di 21'ê Adarê de li gelek gund û gundikên li ser sînorên Malî êriş hatibûn kirin û 141 kes hatibûn qetilkirin. Li ser sînorên Nîjeryayê jî êrişên çeteyên Boko Haram zêde bûne.