Çekdaran êrişî bîrên petrolê yên Başûrê Kurdistanê kir

Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku çekdaran êrişî bîrên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê kiriye, lê tiştek bi hilbirîna petrolê nehatiye.

Çekdaran êrişî bîrên petrolê yên Başûrê Kurdistanê kir
5 gulan, 2021   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ewlehiyê û çavkaniyên ji pîşesaziya petrol ji Reuters`ê re ragihandin ku çekdaran bi bombeyan êrişî du bîrên petrolê yên li zeviyek petrolê ya nêzî bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê kiriye, lê tu zirar negihaye hilberîna petrolê.

Çavkaniyan diyar kir ku du bombe li nêzî bîrên petorlê yên li zeviya neftê ya Bay Hesen teqiyane û di encamê de şewatek biçûk derketiye.

(dx)