Meclisa Jina Azad a Şehbayê: Têkbirina dagirkeriya Tirk destpêka qonaxeke nû ye

Meclisa Jina Azad a Şehbayê diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, berdewama planên wê yên dagirkirina herêmê ye û got, “Têkbirina dagirkeriyê dê bibe qonaxeke nû ji bo gel.”

Meclisa Jina Azad a Şehbayê: Têkbirina dagirkeriya Tirk destpêka qonaxeke nû ye
4 gulan, 2021   12:59
ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Jina Azad a Şehbayê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê kom bûn û daxuyaniyek dan raya giştî. Beşdaran alên meclisê û pankertên bi nivîsên “`bi îsrar û baweriyê em ê dagirkeriyê têk bibin” hildan. Endama rêveberiya meclisê Werde Şêxo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê ya Medyayê ku 24`ê Nîsanê dest pê kirin, berdewama planên dewleta Tirk ên qirêj e. Her wiha armanca wan êrişan ew e ku derbeyeke bighîne hêzên me, Başûrê Kurdistanê dagir bike û baregehên leşkerî li wir ava bike da piştre herêmê dagir bike, serweriya Şengal bike û gefan li Rojava bixwe.”

Her wiha hate diyarkiein ku şerê li Zap, Avaşîn û Metîna stratejîk e û berxwedana gerîla li wir dîrokî ye û wiha dewam kir: “Têkbirina dagirkeriyê dê bibe qonaxeke nû ji bo gelê me, em ê bi bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk xewnên şehîdên xwe pêk bînin. Dê ew yek rewşa siyasî û leşkerî li Tirkiyê biguherîne.”

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li hemû hêzên cîhanê, gelên herêmê û hikumetên dewletan û bi taybetî hikumeta Iraqê kir bi rola xwe rabin û li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî û NY`yî hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dijminahiya xwe û êrişên li dijî sivîlên gundên Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rawestîne.

Meclisê soza bilindkirina têkoşînê heta derxistina dagirkeran ji hemû erdên dagirkirî da.

 (dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sXuBFuBpw4U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>