Piştî du salan Koma 7'an dicive

Piştî zêdeyî du salan, wezîrên karê derve yên koma 7`an li Londonê dicivin û dosyayên Çînê, Lîbya, Sûriye û Rûsyayê nîqaş dikin.

Piştî du salan Koma 7'an dicive
4 gulan, 2021   10:24
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên karê derve yên koma 7'an di civîna yekem de roja sêşemê li Londonê ji bo amadekirina civîna serokên dewlet û hikumetan li başûr rojavayê Englandn di meha bê de, dicivin.

Gelek dosya wek Çîn, Brouma, Lîbya, Sûriye û Rûsya di rojeva dan û standinên navbera wezîrên karê derve de ne.

Li gorî ku Londonê ragihandiye, wezîran kiryarên tundiya li Etyopya, dosyayê Îran, Koreya Bakur, Somal, Sahel û Balkanan û pirsgirêkên jeopolîtîk ên ku demokrasî, azadî û mafên mirovan binpê dikin, wê nîqaş bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku koma bi navê 7`an ji Kenedayê, Fransa, Almanya, Îtaliya, Japonya, Birêtaniya û Amerîkayê pêk tê.

(dm)