Şêniyên Şedadê dest bi çandina sebzeyên havînê kirin

Şêniyên navçeya Şedadê û gundewarê wê ji bo peydakirina pêwîstiyên xwe yên rojane ji sebzeyan û hinartina hilberîna zêde, dest bi çandina sebzeyên havînê kirin. Şênî van baxçeyan bi ava bîran av didin.

Şêniyên Şedadê dest bi çandina sebzeyên havînê kirin
4 gulan, 2021   07:22
 HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Piştî ziwabûna ku li piraniya herêmê çêbû û bihabûna nirxên sebzeyên havînê, şêniyên navçeya Şedadê û gundewarê wê dest bi çandinê kirin, da ku pêwîstiyên xwe yên rojane ji sebzeyan peyda bikin û hilberîna zêde daxin nava sûkan.

Jina bi temen mezin Eyde El-Hefel ji şêniyên gundê El-Herîrî ye, tevî malbata xwe çû gundê Um El-Hecir ku bi 12 km li rojhilatê Şedadê ye. Eyde got: “Erdên me li herêma Um El-Hecer hene. Ji bo çandiniyê baş in. Ji ber ku em hatin vir da ku hazirtiya mewsima havînê bikin û sebzeyan biçînin.”

Eyde wiha domand: “Me bacanasor, kundir, xiyar û gelek sebzeyên havînê çandin ku di nava sûkên herêmî de gelek biha bûne.”

Eyde destnîşan kir ku kesên ku erdên wan li herêmê hene dest bi kolandina bîran kirine û xatasan dikirin da ku pê baxçeyên xwe av bidin.

ARMANCA ÇANDINIYÊ

Eyde bi bîr xist ku piştî pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê, dê hilberînê daxin nava sûkan da ku hinekî asta bihabûnê bişkînin û azarên şêniyan sivik bikin.

Eyde teqez kir ku di sala borî de mewsim bi ser ket, ji ber wê dê rûbera isal firetir bikin û darên berhemdar mîna zeytûn, hinar, tirî û gelek cureyên din biçînin.

Eyde diyar kir ku pêwîstiya wan bi karkeran tune ye ji ber ku ew bi xwe cotkarî û çandiniyê dikin, ev yek lêçûna zêde li wan sivik dike.

Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê ji ANHA`yê re piştrast kiribû ku ew ê piştgiriya projeyên çandiniyê yên li gundewarê Şedadê bikin ku bi rêya bîran baxçeyan ava dikin. Dê sotemenî, semad û dermanên pêwîst ji wan re pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/98yQ3huQ1SM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>