Wezareta Derve ya Iraqê bang li berpirsê sefaretxaneya Tirkiyê kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, berpirsê karûbarên Sefaretxaneya Tirk a Bexdayê vexwend wezaretê. Wezaretê diyar kir ku ew binpêkirinên li ser xaka Iraqê û daxuyaniyên hikûmeta Tirk tu carî qebûl nakin.

Wezareta Derve ya Iraqê bang li berpirsê sefaretxaneya Tirkiyê kir
3 gulan, 2021   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Iraqê, der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de ku ji 23’yê Nîsanê ve didomin, îro piştî nîvro bang li berpirsê karûbarên Sefaretxaneya Tirkiye ya Bexdayê kir.

Li ser vê yekê berpirsê Sefaretxaneya Tirkiyeyê çû avahiya wezaretê. Wezareta Derve ya Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de hişyariyek nivîskî ku nerazîbûna Iraqê nîşan dide, da bepirsê sefaretxaneyê.

Li gorî çapemeniya Iraqê, di hişyariyê de êrişên dewleta Tirk û çûyîna Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar a nava xakê hatin şermezarkirin. Di hişyariyê de hat gotin ku Hulusî Akar bêyî destûra Iraqê sînor derbas kiriye û bi leşkerên Tirk ên ku derveyî fermiyetê li ser axa Iraqê ne re hevdîtin kiriye û ev yek nayê qebûlkirin.

Di hişyariyê de her wiha dijî axaftinên Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku gotibû “Em ê wekî Sûriyeyê li herêma Metîna jî baregeh ava bikin” nerazîbûna tund hat nîşandan û tu caran nayê qebûlkirin ku baregehên leşkerî werin çêkirin.

Di dawiya hişyariyê hatiye destnîşankirin ku Iraq binpêkirinên li ser axa Iraqê yên bejahî û hewayî tu carî qebûl nake û hat gotin: “Ev nêzîkahî wê peywendiyên cirantiyê xirab bikin. Divê Tirkiye zanibe ku rêyên leşkerî yên yekalî nabin çareserî. "