Aldar Xelîl: Darizandina endamên HDP’ê qirkirina siyasî ye

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl got darizandina endamên HDP’ê yên ku di 2014’an de piştgiriya xwe bi Kobanê re nîşan daye, tolhildana ji bo DAIŞ’ê ye.

Aldar Xelîl: Darizandina endamên HDP’ê qirkirina siyasî ye
1 gulan, 2021   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Aldar Xelîl li ser hesabê xwe yê facebookê wiha nivîsî: "Darizandina 108 siyasetmedar û endamên HDP’ê yên ku di 2014’an de piştgiriya xwe ji Kobanê re nîşan dan, piştî ku DAIŞ’ê Kobanê dorpêç kir, tolhildana ji DAIŞ’ê re ye û nîşaneya qirkirina siyasî ye."

Desthilatên Tirkiyê di 26’ê vê Nîsanê de dest bi darizandina 108 endamên HPD’ê yên ku piştevaniya xwe ji berxwedana Kobanê re li hemberî êrişa çeteyên DAIŞ’ê yên 2014’an de nîşan da, kir.

(fr)

ANHA