Li Heftanînê 3 leşkerên Tikr hatin kuştin

Gerîlayan li Girê Qesrokê yê Heftanînê çalakî li dar xistin, 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li Heftanînê 3 leşkerên Tikr hatin kuştin
1 gulan, 2021   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî leşkerên Tirk didome. Gerîlayan li Girê Qesrokê yê li Heftanînê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Li gorî ANF'ê, gerîlayan îro saet di navbera 10.00 û 13.00’an de li Girê Qesrokê li leşkerên Tirk dan. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin cezakirin, mobeseyek û radarek jî hatin îmhakirin.