Di meşên 1`ê Gulanê de: Kedkar stûna welêt û bingeha sereke ya civakan in

Li seranserî bajarên herêma Cizîrê û Reqayê bi boneya Roja Karkeran a Cîhanê meş li dar ketin. Meşvanan diyar kir ku çîna kedkaran stûna welêt û bingeha sereke ya pêşxistina civakan in.

1 gulan, 2021   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 1`ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê ye.Li ser vî esasî, li bajarên herêma Cizîrê û Reqayê meş hatin lidarxistin.

Di meş de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên YPJ-YPG`ê, ala Yekitiya Kedkaran û pankartên "Bi rihê Metîna û Zapê em 1`ê Gulanê pîroz dikin" hatin hildan. Bi sedan şênî û pêkhateyên herêmê beşdarî meşan bûn.

QAMIŞLO

Meşê ji çerxerêya rojhilatê Qamişloyê dest pê kir û ber bi çerxerêya Sonî ve dewam kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metîna hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Sonî veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên TEV-DEM`ê Ayid Ebdo axivî, 1`ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê li hemû karkeran cîhanê pîroz kir û banga bilindkrina têkoşîn û berxwedanê kir. Ebdo got: “Divê hemû pêkhate yekdest bin da ku planên li dijî gelê me, têk bibin."

Ebdo behsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Baweriya me bi hêzên gerîla heye ku ew ê li Zap û Avaşînê bi ser bikevin wekî ku çawa li Garê bi ser ketin."

AMÛDÊ

Meşa li navçeya Amûdê ji pêşiya Qada Şehîd Cîhad dest pê kir û ber bi Qada Jina Azad ve dewam kir. Li wê derê meşvan sekinîn û bi navê Yekitiya Kedkaran daxuyanî hat dayîn.

TIRBESPIYÊ

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê jî li pêşiya navenda Hêzên Parastina Civakî (HPC) kom bûn û meşa xwe heta deriyê rojava yê navçeyê dewam kirin.

Li wê derê hevseroka Komîteya Kedkaran Xewla Ebas daxuyaniya yekitiyê xwend.

DÊRIK

Meşa li Dêrikê ji Qada Azadî dest pê kir û heta sûka bajêr dewam kir. Meşvan li nêzî Navenda Kongreya Star rawestîn. Piştre hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm 1'ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz kir. Her wiha hêvî kir ku ev roj ji bo gelên azadîxwaz û yên ku banga mafên xwe dikin, bibe roja aştiyê.

Ebdulrehîm bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û teqez kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li taxa Teyî ya Qamişloyê, her wiha tevgerên hikumeta Iraqê li Şengalê, girêdayî hev in.

GIRKÊ LEGÊ

Meşê li pêşiya Qada Şehîd Xebat Dêrik a navçeya Girkê Legê dest pê kir. Xwepêşendêran ber bi çalakiya konvedanê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a ku îro ji bo ragihandina seferberiya giştî hatibû lidarxistin, meşiyan.

Li wê derê meş veguherî mîtîngê. Hevserokê Yekitiya Kedkaran a navçeya Girkê Legê daxuyanî ji raya giştî re xwend.

TIL TEMIR

Meşê ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê dest pê kir û di kolanên sereke re dewam kir. Meşvan li pêşiya Saziya Aborî rawestiyan.

Endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Til Temirê Ednan Kalo axivî û 1'ê Gulanê pîroz kir. Kalo êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Kalo her wiha destnîşan kir ku divê gel baş bizane ku dewleta Tirk ne tenê çiyayên Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike armanc, lê belê şerê gelê Kurd li her derê dike.

DIRBÊSIYÊ

Xwepêşendana ku şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê tev lê bûne, ji pêşiya Çerxerêya Jina Azad a li naverasta navçeya Dirbêsiyê dest pê kir û li pêşiya navenda Yekitiya Karkeran veguherî mitîngê.

Di mitîngê de bi navê şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê Hemîd Meîş axivî û Cejna Karkeran a Cîhanê li hemû karkerên li Rojava û cîhanê pîroz kir.

Meîş êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: “Dê ew êriş hemû bi bin bikevin. Ji ber ku gerîla xwedî fikir, felsefe û îdeolojî ye.“

Meîş êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Qamişloyê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parstinê yên Medyayê ve girê dan û destnîşan kir ku her du bi heman armancî ji bo derxistina tevliheviyê û şerê navxweyî êriş kirin.

Hemîd Meîş diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze aloziya xwe ya hundirîn derxe derve, ji ber wê ava stasyona Elûk û ava çemê Firatê qut dike û êrişên çiyayên Kurdistanê dike.

Girêdayî heman mijarê hevserokê Komîteya Yekitiya Kedkaran a Dirbêsiyê daxuyaniya yekitiyê xwend ku hemû karkerên li cîhanê bi vê boneyê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çîna karket stûna welêt e û rêgeza bingehîn a pêşxistina civakê ber bi civakeke demokratîk a azad e.

Di daxuyaniyê de sûcên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û ev yek hat gotin: "Em dibînin ku girtina azadiya rêber Abdullah Ocalan, girtina azadiya çîna kedkar li tevahiya cîhanê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşînê li dijî katpîtalîzmê, zilmê û sîtemekariyê û ji bo parastina mafên çîna karkeran û ji bo jiyaneke azad û birûmet hat dayîn.

REQA

Bi sedan karker, şênî û endamên saziyan li qada Agirkujiyê ya li Reqayê kom bûn û ji kolana Intîlaq ber bi çemê Firatê ve dest bi meşê kir.

Meşvan li kêleka çemê Firatê rawestiyan. Li wê derê hevserokê Yekitiya Karkeran Tahir El-Ebid wiha axivî: “Em Cejna Karkeran li hemû karkerên cîhanê pîroz dikin. Her yek ji me karkerek e û ji bo avakirina mal û welatê xwe tê dikoşe, divê em bi hev re ji bo vî welatî kar bikin.”

Bi navê meclisên gel ên Reqayê jî Cuma El-Casim axivî û 1`ê Gulanê li hemû karkeran pîroz kir. El-Casim îşaret bi hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên bikaranîna şerê avê û qutkirina ava Firatê kir û hişyarî ji rûdana karesateke mirovî da.

Endamê Komîteya Azadiya Rêbertî Feysal El-Bêrem jî destnîşan kir ku girîngiya karkeran ne kêmî girîngiya şervanan e ku li eniyên şer li ber xwe didin.

ANHA