Iraq û Şamê dê têkildarî gazê peymanekê îmze bikin

Di demekê de ku aloziya sotemeniyê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de gur bûye, Wezîrê Petrolê yê hikumeta Iraqî Îhsan Ebdulcebar, îro ragihand ku ew ê di demeke nêz de ji bo wergirtina gazê ji Sûriyê peymanekê mohr bike.

Iraq û Şamê dê têkildarî gazê peymanekê îmze bikin
29 nîsan, 2021   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iraqê, Wezîrê Petrolê yê hikumeta Iraqê di kongreyekî çapemeniyê de ku bi hempîşeyê xwe yê hikumeta Şamê re Besam Tamê li Bexdayê li  dar xistibû, ragihand ku dosya gazê nîqaşên civîna hevbeş a bi şandeya sûrî re bû.

Her wiha got, der barê wergirtina gazê ji Sûriyê, di demeke nêz de ew ê peymanekê bi Sûriyê re mohr bikin.

Li aliyekî din jî Wezîrê Petrol û Berhemên Madenî ya hikumeta Şamê di kongreyê de eşkere kir ku têkildarî tevkariya di navbera Iraqê û Sûriyê de plansazî hene.

Di Cotmeha derbasbûyî de Iraqê peymana bi blokeke tirkî re û bi serkêşiya Tebo ya ji bo pêşxistina zeviyê El-Mensûriyê yê gazê yê nêzî sînorê Îranê, rawestandibû.

Mohrkirina peymana gazê ya di navbera Şam û Bexdayê de, li gel aloziya aborî û aloziya sotemeniyê ku li herêmên hikumeta Şamê gûr dibe, tê nîqaşkirin.

(eh)