Li Tebqa û Şedadê alîkarî hatin belavkirin

Li Tebqa û Şedadê madeyên xwarinê li malbatên hewcedar hatin belavkirin.

Li Tebqa û Şedadê alîkarî hatin belavkirin
29 nîsan, 2021   13:50
NAVENAD NÛÇEYAN

Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Meclisa Sivîl a Demokratîk a Tebqayê belavkirina alîkariyên xwarinê li şêniyên bajêr û gundewarên wê yên ku bi qedexeya derketina derve ya ji ber belavbûna vîrusa koronayê bandor bûne, berdewam dike. Li navçeya Şedadê jî Komeleya Îadet El-Emel dest bi belavkirina pakêtên xwarinê li şêniyan kir.

TEBQA

Bi hevkarî û koordîneya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê lîsteyên navên malbatên ku pêwîstiyên wan bi alîkariyê heye, hatin amadekirin.

Di vê çarçoveyê de Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Tebqayê, 925 pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar û yên ku qedexeya derketina derve ya ji ber vîrusa koronayê hatiye ragihandin bandor li rewşa wan a debarê dike, belav kirin.

Paket ji şekir, zeyt, birinc û beqle pêk tê.

/ar/uploads/files/2021/04/29/121913_twzya-sll-ghthaeyh-fy-altbqh-28129.bmp

Der barê makenîzmeya belavkirinê de, Hevseroka Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Rêveberiya Sivîl û Demokratîk a Herêma Tebqayê Leyla Mihemed diyar kir ku alîkarî bi rêyê meclisên taxê û malên gel tên belav kirin.

Li Şedadê jî, Komeleya Îadet El-Emel a Xêrxwaziyê paketên xwarinê li malbatên xizan belav kir.

Komeleyê alîkarî li derdora 120 malbatên ku di nava lîsteyên li nivîsgeha Komîteyê tomar kirî ye, belav kir.

/ar/uploads/files/2021/04/29/121927_20210429_142014.webp

Rêveberê komeleyê Macid El-Hesûnî ji ajansa me re da zanîn ku piştî wan destûr ji Rêveberiya Xweser girt, nivîsgeha xwe beriya 2 mehan li Şedadê vekir û bi awayek pratîk dest bi karê xwe kirin.

El-Hesûnî lê got, pêngava "Ehil El-Xêr" a ku komeleyê daye destpêkirin ji bo alîkardayîna malbatên hewcedar ên navenda navçeyê û gundên wê ye. Her wiha  derdora 120 paketên xwarinê hate amedekirin û dê li malbatan werin belavkirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/n0Sz-YnNHZ0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YXmGset8aVk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>