Berpirsekê kanala avê ya El-Belîx: Heke dewleta Tirk avê bernede, dê jiyan nemîne

Piştî kêmkirina rêjeya avê di gola Firatê de, yek ji çavdêrên kanala avdanê ya El-Belîx hişyarî da ku di dema bê de dê kanala avê nikaribe zeviyên çandiniyê av bide.

Berpirsekê kanala avê ya El-Belîx: Heke dewleta Tirk avê bernede, dê jiyan nemîne
28 nîsan, 2021   08:43
REQA – EHMED El-ESAF

Kanala El-Belîx ji aliyê bakurê bendava Firatê ya bajarê Tebqayê ve diherike û zêdetirî 100 hezar hektar zeviyên çandiniyê li Tebqa, Reqa û Dêrazorê av dide.

Ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Firatê ji ser Sûriyê kêm kiriye, rêjeya ava gola Firatê ku kûrahiya wê 304 metre ye, daket 5 metreyan.

Yek ji berpirsên kanala avdanê ya El-Belîx a gundewarên rojhilatê Reqayê Ebdulrehman El-Xidir hişyarî ji karesateke aborî û jiyanî li herêmê da, ji ber ku dewleta Tirk avê wek çekekê li hember gelê Sûriyê bi kar tîne.

Ebdulrehman El-Xidir destnîşan kir ku herêm di asta yekemîn de xwe dispêre çandiniyê piştî wê jî xwedîkirina sewalan û tekez kir ku heke av qut bibe, dê jiyan nemîne û wiha domand: "Her malbatek li gundewarên Reqayê zeviyê xwe yên çandiniyê û sewalên wan hene. Heke av nemîne, dê jiyan jî nemîne."

El-Xidir diyar kir ku kanala El-Belîx êdî têra avdana hemû zeviyan nake bi taybet di mewsimên çandiniyê yên demsala havînê de ku miqdarên mezin ji avê dixwaze.

Ebdulrehman El-Xidir got ava kanalê di dema bê de dibe ku heta asteke mezin kêm bibe, kêmbûna wê dê nikaribe avê bide herêman, bi tayet ên Dêrazorê.

El-Xidir di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî û civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin û wê neçar bikin ku para Sûriyê ji ava çemê Firatê li gorî lihevkirinên heyî, bi temamî bide.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/drA2wXENMzk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>