‛Li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkçûneke din li benda dewleta Tirk e’

Rewşenbîran bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û piştrast kir ku çarenûsa van êrişan dê têkçûyîn be.

‛Li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkçûneke din li benda dewleta Tirk e’
28 nîsan, 2021   06:07
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Artêşa Tirk a dagirker ji 24’yê vê Nîsanê ve êrişeke bejahî û hewayî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê (Zap, Avaşîn û Metîna) û herêmên derdora wê, pêk tîne.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê bersiva êrişan didin û berxwedaneke dîrokî dinivîsin.

Rewşenbîrên li Dirbêsiyê piştrast kir ku dê çarenûsa êrişên dewleta Tirk a dagirker têkçûyîn be û helwesta PDK’ê şermezar kir.

Nivîskar û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê Mihemed Salih Îbrahîm êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk her tim komkujiyan bi komkujiyeke nû bi bîr tîne. Her wiha komkujiyên Ermen bi êrişa li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi bîr anî."

‛ÇARENÛSA DEWLETA TIRK TÊKÇÛYÎN E’

Îbrahîm wiha domand: "Piştî zirara mezin ku dewleta Tirk li Heftanîn û Garê li ser destê HPG’ê dîtiye, vê carê jî  li Zap û Avaşînê dê têk biçe."

Îbrahîm destnîşan kir ku dema ku dewleta Tirk di pêkanîna serkeftinê de bi bin ket li herêmeke din lê digire û wiha domand: "Piştî ku dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê, Heftanînê û Şengalê de bi bin ket, niha hewl dide bi êrişa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê serkeftinekê bi dest bixe."

Îbrahîm da zanîn ku dewleta Tirk bêyî erêkirina dewletên mezin û herêmî nikare êriş bike û wiha lê zêde kir: "Êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Meydayê bi erêkirina Amerîka, Iraq û Başûrê Kurdistanê ye."

‛HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÊ DENG E’

Têkildarî helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê li ser êrişan, Îbrahîm wiha gotina xwe berdewam kir: "Hikumeta Başûrê Kurdistanê tu helwesteke li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li nava xaka wê nîşan neda. Ji ber ku ew perspektîfan ji dewleta Tirk werdigire û hikumeta Iraqê jî bi hebûna desthilatên Başûrê Kurdistanê hincet digire."

Li aliyekî din jî helbestvan Umer Şêxmûs diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide şoreşên Kurd bi hesin û agir têk bibe û bi hemû rêbazan nahêle destkeftiyên wan pêk werin û wiha got: "Pirsgirêka dewleta Tirk ne ewlekirina sînorên xwe ji gelê Kurd e, wekî ku idîa dike, lê belê naxwaze konekî Kurd li çi deverê dibe, were vegirtin."

Şêxmûs destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker berjewendiyên dewletên mezin ên bi wê re li herêmê bi kar tîne, da ku sûcên zêde li dijî gelên li Rojhilata Navîn pêk bîne.

Şêxmûs behsa bêdengiya navneteweyî li ser siyasetên dewleta Tirk ên li dijî dewletên Rojhilata Navîn kir û wiha axivî: "Bêdengiya dewletên mezin li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Kurd, dewleta Tirk teşwîqî sûcên zêde dike."

Şêxmûs eşkere kir ku di êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de, piştî vekişîna Amerîkayê hate eşkerekirin ew yek mîna îşaretekê ji dewleta Tirk re ye ku hemleya xwe ya leşkerî li dijî herêmê pêk bîne.

Şêxmûs behsa vê qonaxa dijwar û hesas a ku gelê Kurd tê re derbas dibe, kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Çi dan û standin an jî têkildanîna bi dewletên ku Kurdistanê dagir kirin re dê zirarê bi berjewendiyên gelê Kurd bike. Li hemberî êrişan pêdiviya Kurd a yekitî û nêrînekê ji bo çareserkirina doza Kurd heye."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZrQvihNr8E8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>