Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 233 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser îro ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 233 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid_19) ketine û 15 pêketî jî jiyana xwe ji dest da.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 233 kesên din bi Koronayê ketin
27 nîsan, 2021   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine 3 mêr û jinek ji Hesekê ne, 4 mêr û jinek ji Qamişloyê, jinek û mêrek ji Dêrazorê, mêrek û du jin ji Minbic û jinek li kampa Holê ne.

Mistefa piştrast kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 233 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine, ew jî 130 mêr in û 103 jin in û ji van herêman in:

Hesekê: 30

Qamişlo: 17

Dêrik:15

Dirbêsiyê: 5

Amûdê: 12

Kobanê: 6

Reqa: 23

Tebqa: 41

Dêrazor: 60

Kampa Roj: 19

Minbic: 4

Şehba: 1

Mistefa da zanîn ku 14 nexweşên Koronayê baş bûne.

Bi van daneyan re hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 15 hezar û 562 kesî, ji wan 545 kes jiyana xwe ji dest da û rewşa hezar û 569 nexweş jî baş bûye.

(dm)