Netanyahu têkildarî avêtina moşekan ji Xezayê hişyarî da

Serok Wezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu der barê avêtina moşkan ji Xezayê dijî Îsraîlê de gefa xwarin û got, welatê wî ji pêşketinekê re amade ye.

Netanyahu têkildarî avêtina moşekan ji Xezayê hişyarî da
27 nîsan, 2021   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gotî rojnemeya Jerusalem Post a Îsraîlê, Benjamin Netanyahu roja sêşemê ragihand ku Îsraîl amade ye ku bersiva her geşedanê bide.

Netanyahu da zanîn ku piştî civîna Meclisa Wezîrên Ewlehiyê, wan biryar da ku amadekariya her pêşketinê bikin. Her wiha Netanyahu gefa xwar û got:" Ez pêşinyar nakim ku dijmin me bicerbîne".

(dx)