Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi koordînerê Kanadayê re civiya

Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve îro bi koordînerê rêveber ê Kanadayê yê ji bo Sûriyê Gregory Galligan re civiya û rêyên çareseriya siyasî li Sûriyê, nîqaş kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi koordînerê Kanadayê re civiya
27 nîsan, 2021   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Daîreya  Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ebdullkerîm Umer û Daniya Remadan û cîgirê hevserokatiya dayîreyê Fener El-Giêt beşdarî civînê bûn.

Di civînê de ku bi rêya Micorsoft Teams hate lidarxistin, rewşa giştî li Sûriyê, rewşa herêmên Rêveberiya Xweser, beşdarbûna Rêveberiya Xweser di çareseriya siyasî de û şêwazên çareseriya siyasî li Sûriyê hatin nîqaşkirin.  

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/04/27/093011_178400702_2950413838511447_4504372367754595776_n.jpg

Her wiha di civînê de behsa girîngiya zêdekirina xebatên civaka navneteweyî li ser hemû aliyên siyasî, aborî, ewlehî û mirovî yên herêmê, hate kirin.

(bx)

ANHA